Hûrgiliyên şewata 4 zarokên penaber li Stenbolê

Stenbol (Rûdaw) - Li Stenbolê bûyerekê dilşewat li keser û trajediya penaberên Sûrî zêde bû. Li daîreya jêrzemîna apartmanekê ku tê de malbatekê penaber a Sûrî dijiyan ji ber sobeya elektrîkê agir derket û di encamê de 4 zarokên Sûrî canê xwe ji dest dan.

Ji malbata 6 kesî ya Helebî bes dayîk li gel zarokê xwe yê 2 salî bi birîndarî rizgar bû. Pêşî der û cînar hatin hawara malbata penaber, dûra jî tîmên agirkuj û ambûlans.

Cînar û şahidên bûyerê ji Rûdawê re dan zanîn ku malbata penaber malbatekê hejar û di halê xwe de bûne.

Niha parêzgeriya Stenbolê derbarê şewatê de lêpirsîn daye destpêkirin. Li aliyê din hat zanîn ku bavê zarokan demekê berê ji ber hin sûcan ketiye girtîgehê. Li gorî zanyariyên peyamnêrê Rûdawê li Stenbolê rewşa dayika birîndar baş e, lê dermankirina zarokê rizgarkirî li nexweşxaneya dewletê berdewam dike.

Li navçeya Esenyurta Stenbolê saet derdora 2ê şevê (14ê Kanûnê) li qata jêrzemînê di encama şewatê de 4 zarokên Sûrî canê xwe ji dest dan. Ji malbata 6 kesî ya Helebî bes dayîk Fatma Hemûd li gel zarokê xwe yê 2 salî Şakir re bi birîndarî rizgar bû. Lê Ehmedê 10 salî, Besmeya 9 salî, Şahînê 3 salî û Selvaya yek salî ji ber dûmanê fetisîn û canê xwe ji dest dan.

Sedema şewatê hêj bi zelalî neyê zanîn jî tê gotin şewat ji ber sobeya elektrîkê çebûye. Li gorî hin agahiyan, malbata hêjar ji ber ku nikaribûye deynê gaza xwezayî bide gaza wan tê qutkirin û ew jî ji neçarî ji bo ku xwe germ bikin sobeya elektrikê bikar tînin. Cînar û şahidên bûyerê didin zanîn ku malbata penaber malbatekê feqîr û di halê xwe de bûn.

 Penaberê Efrînî Mehmûd Qasim got: “Saet 2yê şevê jinikek derket ser kolan û kir qêrînî. Jinik got, zarokên min dişewitin. Em û cînar gişt derketin derve. Me hesinê pencereyê hilweşand. Merivek ji pencereyê ket hundir û me zarokek derxist. Me li zarokên din geriya lê me nedît.”

Cînara malbatê Nejla Şahin jî got: “Em ji ber bandora dûmanê ji xew rabûn. Navmal ji ber dûmanê nedihat xuyakirin. Ez tirsiyam, min got qey tiştek bi zarokên min hatiye. Lê me dît ku şewat li vê malê derketiye û 4 zarok canê xwe ji dest dane.”

Cînar û dikandar Ayhan Ozturk jî got: “Malbatek bêyî zirar bû. Li taxê kes ji wan bi gilî û gazinc nebû. Zarok jî bêdeng bûn, 4-5 zarok deste hev digirtin ji malê dihatin dikanê, ji dikanê jî diçûn mala xwe. Jixwe zarok nediçûn dibistanê jî. Lê rewşa aboriya malbatê nebaş bû.”

Hevjînê Fatmaya 35 salî beriya çend mehan tê girtin û hemû bar li ser pişta wê dimîne. Fatma jî bi tena serê xwe ji bo ku xwedî li 5 zarokên xwe derkeve li febrîqeyek goreyan dixebite. Piştî kontrolkirina agir û lêkolîna polîsan Walîtiya Stenbolê derbarê şewatê de lêpirsîn da destpêkirin.