Profesorê behsa rewşa awarte kiribû, daxwaza lêborînê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Resen ê Akadaemiya Zanistî ya Tirkiyê û Pisporê Yasaya Cezakirinê Prof. Dr. Izzet Ozgenç ku wek kesayetiyekî nêzîkê Erdogan tê naskirin gotibû, “Xwe ji rewşa awarte re amade bikin” daxwaza lêborînê kir.

Piştî belavbûna nûçeya rewşa awarte li Tirkiyê, guşar û tirs çêbû û opozisyona wî welatî dengê xwe bilind kir. Prof. Dr. Izzet Ozgenç di van dû rojan de sê caran daxuyanî dan û got: “Eger bi wan daxuyaniyan min tirsa xelkê bo siberojê zêde kiriye û zerar gihandiya aboriya welat, daxwaza lêborînê dikim.”

Ozgenç roja 13ê Kanûna 2021ê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsîbû: “Ji ber daketina metirsîdar a bihayê lîreyê Tirkî li beramber diravên biyanî, têkçûna zêde bilez a rewşa aborî û darayî, bandora krîza giran a aborî li ser dewlet û welatiyan, êdî ji ber bandora xirab û nerênî ya krîza giran a aborî, xelk bi giştî xwe ji ragihandina rewşa awarte re amade bikin.”

Ev Twitta Ozgenç bû sedema nerazîbûna xelk û opozisyonê. Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener hişyarî da Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û jê re got, “bila kes hewl nede tiştekî wiha bike.”