Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê xwest ku mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê bê naskirin lê ew pêşniyar ji aliyê MHP û AK Partiyê ve hat redkirin.
Gotûbêjên li ser budceya sala 2025an di Komîsyona Budce û Planê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de berdewam dikin.
Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrastiyê (DEM Partî) di gotûbêjên li ser budceya Wezareta Perwerdeyê de bi pêşniyarekê xwest ku mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê bê naskirin.
DEM Partiyê di serî de zimanê dayîkê, derbarê pirsgirêkên di perwerdeyê de 7 pêşniyar li hikumetê kirin lê her heft jî bi piraniya dengên MHP û AK Partiyê hatin redkirin.
DEM Partiyê di pêşniyara xwe de diyar kir, Wezareta Perwerdeyê wê yekê berpirsyar e ku xizmeta perwerdeyê pêşkêşî hemû pêkhate û aliyên li Tirkiyeyê bike.
DEM Partiyê amaje pê kir ku bilî zimanê Tirkî li dijî hemû wan aliyên ku bi zimanekî din diaxivin cudahî tê kirin.
DEM Partiyê bi bîr xist ku ji bilî zimanê Tirkî, bi zimanên din dersên nemecbûrî hene û tekez kir ku di wan de jî kêmasî hene.
Bi heman awayî bal kişand ser wan pirsgirêkên ku ji ber nebûna perwedeya bi zimanê dayîkê çêdibin û daxwaz kir perwerdeya bi zimanê dayîkê wekî maf bê naskirin.
Her wiha ji Wezareta Perwerdeyê daxwaz kir ku sala bê ji budceya xwe 100 milar lîreyî ji bo zimanê dayîkê veqetîne.
Lê ew pêşniyara li ser zimanê dayîkê bi piraniya dengên MHP û AK Partiyê hat redkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse