Dixwazin parêzbendiya 5 parlamenteran rakin: Kî ne?

15-11-2024
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Tirkiyeyê Rakirina Parêzbendiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo rakirina parêzbendiya 5 parlamenteran ku 3 jê parlamenterên DEM Partiyê ne fezlekeyên Serokkomariya Tirkiyeyê ji Parlamentoya Tirkiyeyê re hatin şandin.

Serokkomariya Tirkiyeyê derbarê 5 parlamenteran de 5 dosyeyên rakirina parêzbendiyê şandin Parlamentoya Tirkiyeyê.

Fezlekêyên li ser rakirina parêzbendiyên parlamenterên DEM Partiyê Cengîz Çandar, Sabahat Erdogan Saritaş û Salîhe Aydenîz û parlamenterê ÎYÎ Partiyê Burak Akburak û parlamenterê serbixwe Yuksel Arslan gihîştin Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê.

Serokatiya Parlementoyê jî dê dosyeyên parêzbendiyê ji Komîsyona Tevlîhev a Destûra Bingehîn û Edaletê re bişîne û dê li wê derê werin gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst