Çakicî gef li Gergerlioglu xwar: Careke din gotinên ji xwe mezintir neke

15-11-2023
Ferdî Sak
Çakicî gef li Parlamenterê HEDEPê xwar
Çakicî gef li Parlamenterê HEDEPê xwar
Nîşan Alaattin Çakicî Omer Faruk Gergerlioglu Devlet Bahçelî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di navbera Parlamenterê HEDEPê Omer Faruk Gergerlioglu û Serokê MHPyê Devlet Bahçelî de nîqaş derket.

Alaattîn Çakiciyê ku wekî serokê rexistina sucên organîze tê naskirin jî tevlî nîqaşan bû.

Serokê Partiya Tevgera Nijadperest (MHP) Devlet Bahçelî di piraniya gotarên xwe de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) dike armanc.

Bahçelî ji bo parlamenterên HEDEPê jî gelek caran peyva "terorîst" bi kart îne.

Parlamenterê HEDEPê Omer Faruk Gergerlioglu roja sêşemê li Parlamentoya Tirkiyeyê bersiv da Bahçelî.

Gergerlioglu gotin û heqaretên ku li wî û parlamenterên partiya wî tên kirin li Bahçelî vegerandin.

Gergerlioglu bersiva Bahçelî da

Parlamenterê HEDEPê Omer Faruk Gergerlioglu got:

“Devlet Bahçelî bi gotina terorîst li min û hinek siyasetmedarên me yên berê heqaret û bêbextî kiriye. Ez van heqaret û bêbextiyan qat bi qat li Bahçelî vedigerînim.

Heqareta li hemberî parlamenterên HEDEPê heqareta li hemberî  gel e. Bahçelî tu dê rûbirûyî hiqûqê bibî. Tu dê destûrê û dadgeha destûrê nas bikî û li cihê xwe rûnî Bahçelî.

Tu destpêkê eşkere bike ku çima kujerê Sînan Ateş li mala Olcay Kilavuz derket û bibêje ku te çima wêne bi serokê mafyayê Alaattîn Çakici re girtine.”

Van gotinên Gergerlioglu parlamenterên MHPyê aciz kirin.

Serokwekîlê grûba wê partiyê di bersiva xwe de heqaret li Gergerlioglu kir û rewş giha asta dijûnan.

Serokwekîlê Grûba MHPyê Erkan Akçay got:

“Ez van hemû gotinên bêhed ên Gergerlioglu ku berî niha ji cihê xwe axivî, qat bi qat lê vedigerînim û pêşniyar dikim ku di demeke kurt de çareseriyeke derûnî wergire. Hevsengiya wî ya derûnî têk çûye.” 

Piştre alozî derket û wekîlê serokê parlamentoyê neçar ma 10 xulekan navberê bide rûniştina parlamentoyê.

Lê alozî li wê derê bi dawî nehat û derket derveyî parlamentoyê jî.

Serokê rexistina sûcên organîze Alaattîn Çakicî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û tê de piştevaniya xwe ya ji Bahçelî re ragihand.

Çakici gef xwar

Çakici herwiha gef li Parlamenterê HEDEPê xwar.

Çakici ji Gergerlioglu re got, “Hişê xwe bîne serê xwe û êdî gotinên ji xwe mezintir neke. Çeqelên har ên Qendîlê yên li parlamentoyê, ez diçim her cihê Tirkiyeyê û têm. Eger hûn  mêr bin werin hemberî min.”

Piştî van gefan Parlamenterê HEDEPê Omer Faruk Gergerlioglu ragihand ku ew dê li ser Alaatin Çakicî û kesên din ên gef li wî xwarine û heqaret li wî kirine gilî tomar bike.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst