Dema hilbijartinên şaredariyan nêzîk e: HEDEP bi siyaseteke nû amadekariyê dike

15-11-2023
RÛDAW
Hevserokê HEDEPê Tuncer Bakirhan
Hevserokê HEDEPê Tuncer Bakirhan
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan HEDEP CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi nêzîkbûna dema hilbijartinên şaredariyan re rojev germ dibe.

HEDEP bi siyaseteke nû amadekariya hilbijartinên şaredariyan dike.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan HEDEPê bi amadebûna hevserok û berpirsên nû civîna fraksiyona xwe li dar xist.

Hevserokê HEDEPê ragihand ku ew ji bo hevpeymaniyê amade ne lê bi awayekî eşkere, ne dizî.

“Li bajarên rojava jî dê şaredariyên me hebin”

Hevserokê HEDEPê Tuncer Bakirhan anî ziman:

“Em dê ji pozîsyona ku li herêmê bi ser dikeve û li rojava winda dike derkevin. Em dê hem li herêmê û hem jî li rojava bi ser bikevin.

Berê gelek caran me ev yek kiriye û vê carê jî bê guman em dê bi ser bikevin. Li bajarên rojava jî dê şaredariyên me hebin.”

Roja 15ê Çiriya Pêşînê hevserokên HEDEPê dest bi erka xwe kir.

Roja 5ê Çiriya Paşînê jî Ozgur Ozel wek Serokê CHPyê hat hilbijartin.

Ji bo hilbijartinên şaredariyan ku dê 31ê Adara 2024an werin kirin gelek pirs li ser guhertin û hevpeymaniyan tên kirin.

Serokê CHPyê Ozgur Ozel li ser hevpeymaniyan anî ziman:

“Partiya Gel a Komarî dê îro bi serokê rêxistinên partiyê û piştre jî di civîna encûmena partiyê de, mijara hevpeymaniyê û nexşerêya hilbijartinê gotûbêj bike.

Min soz daye, bêyî gotûbêjkirina mijaran a bi berpirsên me re, ez biryaran ranagihînim.”

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşenera ku ji Hevpeymaniya Milet vekişiyaye, hevpeymaniyê red dike.

Berpirsên ÎYÎ Partiyê dibêjin, ew dê bi tenê beşdarî hilbijartinan bibin.

“Xelk kê dixwaze bila wî hilbijêre”

Serokê Komîsyona Hilbijartinê yê ÎYÎ Partiyê Oktay Vural jî got:

“Em dê bi kadroyên xwe û bi partiya xwe beşdarî hilbijartinan bibin. Xelk kê dixwaze bila wî hilbijêre.

Mafê vî xelkî yê hilbijartin û hatina hilbijartinê sînordar nekin.”

Di hilbijartinên şaredariyê yên herî dawî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku di sala 2019an hatin kirin de HEDEPê ne rasterast piştgirî dabû Hevpeymaniya Milet.

Bi wê piştgiriyê Hevpeymaniya Cumhur (AKP û MHP) şaredariyên Stenbol, Enqere, Edene, Mêrsîn, Antalya, Kirşehîr, Artvîn, Erdexan, Bolu û çendîn bajarên din ên girîng ji dest dabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst