Tanrikulu: Zimanê dayikê ji xalên bingehîn ên pirsa Kurd e

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) Sezgîn Tanrikulu ragihand ku mijara zimanê dayikê yek xalên bingehîn ên pirsa Kurd e.

Tanrikulu herwiha ji Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê xwest “dawiyê li siyaseta xwe ya li dijî zimanê Kurdî bîne.”

Komîsyona Plan û Budceyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê îro budceya Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê gotûbêj kir.

Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu di dema gotûbêjan de axivî û bal kişand ser, pirsa Kurd û mijara zimanê dayikê.

“Sedema sereke mafên Kudan ên binghîn nayên naskirin”

Tanrikulu ragihand ku Pirsa Kurd yek ji pirsên bingehîn ên Tirkiyeyê ye û got:

“Pirsa Kurd ne pirseke terorê ye. Teror, tundûtîjî û rûbirûbûn aliyekê vê pirsê ne lê meseleya sereke li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev nenaskirina mafên nasnameyî yên Kurdan in.”

Sezgîn Tanrikuli behsa zimanê dayikê û siyaseta Tirkiyeyê ya li hemberî zimanê Kurdî jî kir.

“Dawiyê li siyaseta xwe ya li dijî zimanê Kurdî bînin”

Tanrikulu ji  Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê xwest ku “dawiyê li siyaseta xwe ya li dijî zimanê Kurdî bîne.”

Parlementerê CHPyê got:

“Yek ji xalên bingehîn ên vê  pirsê (pirsa Kurd) zimanê dayikê ye. Pirs ew e gelo zimanê dayikê bi polîtîkayên qedexeker an jî bi polîtîkayên naskirinê xizmeta vê pirsê dike.

Ev 20 sal in hûn desthilat in lê hûn di vê mijarê de qet i pêşve neçûne.”

“Bila tayîna mamosteyên Kurdî çêbibe”

Tanrikulu di berdewamiya axaftina xwe de xwest ku mamosteyên Kurdî bêne tayînkirin:

“Niha 500 mamoste ji van beşan (beşên zimanê Kurdî) derçûne û li benda tayîna xwe ne. Li gel yên ku ji lîsansa bilind derçûne ev hejmar dibe hezar û 500 kes.

Ji ber wê jî hezar û 500 kadro ji bo Tirkiyeyê ne gelek e. Eger hûn bi rastî li gel wê yekê ne ku ev mesele bê çareserkirin hûn dê herî kêm derbarê vê mijarê de pêngaveke berçav biavêjin û kadroyan bidin.

Meha Kanûna Pêşîn dê daxwazên li ser dersên bijarte bên komkirin. Dê derbarê vê yekê de jî damezrandin çêbibe.

Qet nebe hûn dikarin wekî Wezîrê Perwerdeyê niyeteke wiha ji meha Kanûna Pêşîn û şûnde nîşan bidin.”