ÎZMÎR - Ciwanê Efrînî ji mirinê rizgar bû lê tê dersînorkirin
Îzmîr (Rûdaw) - Ciwanekî Kurd ê Efrînî yê ku li Deryaya Egeyê ji mirinê xelas bû tê dersînorkirin.
13ê Çiriya Paşînê li navçeya Çeşmeyê ya Îzmîrê belemeke koçberan di Deryaya Egeyê de binav bû.
Ciwanê Kurd ê bi navê Şervan Reşo yek ji wan kesan bû ku ji belemê hat rizgarkirin.
Şervan li gel 5 koçberan bi sax û silametî ji deryayê rizgar bû lê niha ew bi metirsiya vegerandina Sûriyeyê re rû bi rû ye.
Şervan Reşoyê 23 salî ji navçeya Cindirêsê ya bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ye.
Dayik, bav û her du keçikên Şervan bangî Îdareya Koçberan a Îzmîrê dikin ku wî dersînor nekin.
“Dê em jî bibira Ewropayê cem xwe lê belema wî binav bû”
Evdî Reşo bavê Şervan Reşo got, "Şervan ji ber rewşa xirab a aboriyê xwest biçe Ewropayê.
Heta, wê piştî 6 mehan em jî bibira cem xwe lê belema wî binav bû û ev bûyer hat serê wî"
“Em naxwazin zarokê me bişînin Sûriyeyê, kesî wî li wê derê tune”
Şahînaz Reşoya dayika Şervan Reşo wiha anî ziman, "Em naxwazin zarokê me bişînin Sûriyeyê.
Lewra kesî wî li wê derê tune. Em yanî malbata wî hemû li vir in.
Bila parêzer ji me re bibin alîkar da zarokê min neşînin Sûriyeyê. Bila li vir berdin."
Roja 13ê Çiriya Paşînê, li navçeya Çeşmeyê ya Îzmîrê, bota lastîk ku 11 penaber tê de bûn, ji ber firtoneyê binav bû.
Koçberên di belemê de dixwest dema derbasî aliyê Yûnanistanê bibin.
Di bûyerê de 5 koçberan canê xwe ji dest da, 6 koçber jî rizgar bûn.
Cenazeyê 5 koçberên ku di deryayê da xeniqîn pêşî anîn nexweşxaneya Çeşmeyê. Cenaze ji wê derê jî şandin Tiba Edlî ya Bucayê.
Ger kes xwedî li cenazeyê koçberan dernekeve dê ew li Goristana Bêkesan a Bucayê bên veşartin.
Qurbaniyên bûyerê wiha ne; 2 Sûriyeyî (jinikek û ciwanekî ji Hesekê), 2 penaber (dayik û zaroka wê ya 2 mehî) û penaberekî Filistînî.
6 penaberên ji bûyerê rizgarbûn jî şandin Navenda Vegerandina Penaberan a Harmandaliyê ya Îzmîrê.
Piştî karûbarên fermî, dê 3 penaberên Sûriyeyî, (yek xelkê Dêrezorê, yek xelkê Helebê û yek jî Şervan Reşoyê ), yek Filistînî û 2 penaberên Afrîkayî jî dersînorî welatên wan bên kirin.
Navên penaberên din nehatine eşkerekirin.
“Penaberên Kurd û Sûriyeyî dixwazin biçin Ewrpopayê”
Berpirsê Komele û Karûbarên Medyaya Koçberan Deysem Sitî got, "Ger îtiraza parêzerên wan tune be, dê wan penaberên ji bûyera binavbûnê rizgar bûne bişînin welatên wan.
Ji ber helwestên siyasî penaberên Sûriyeyî û penaberên ji Rojavayê Kurdistanê dixwazin biçin Ewropayê."
Bajarê Îzmîrê ku li sînorê Yûnanistanê ye ji bo derbasbûna penaberan a ber bi Ewropayê ve rawestgeheke sereke ye.
Ji ber ku çend navçeyên Îzmîrê gelekî nezîkî Yûnanistanê ne, Îzmîr ji bo penaberan dibe yek ji guzergahên sereke yên derbasbûna Ewropayê.
Navçeya Çeşmeyê 100 km ji navenda bajarê Îzmîrê dûr e û cihekê turîstîk e.
"Penaber tim tên û diçin"
Niştecihên Çeşmeyê ji ber ku navçeya wan tim bi derbasbûna qaçax a penaberan û bûyerên xeniqandina wan tê rojevê bi gazin in û dixwazin pirsa penaberan bê çareserkirin.
Niştecihê Çeşmeyê Cengiz Ozger got, "Min ev bûyer doh ji televizyonê bihîst lê penaber tim tên û diçin. Heta zêde zêde tên vir."
Şêniyê Çeşmeyê Turgay Tunç wiha axivî:
"Em bi tundî li hemberî hebûna penaberan in.
Lewra ez her roj têm vir û dibînim ku Hêzên Ewlehiya Peravan her roj hejmarek penaberan desteser dikin.
Êdî em gelekî aciz bûne. Jixwe hikûmet bi berpirsiyarê tevnagere."
Karkerê demsalî yê li Çeşmeyê Abdullah Olmez diyar kir, "Em jî bo demekê wekî karker li vir in.
Em penaberan tim dibînin. Bi botan derbas dibin. Carinan botên wan diteqin û di avê de dixeniqin.
Em gelekî li ber wan dikevin. Lewra ew jî însan in."
Rêya hêvî û goristana penaberan
Li Îzmîrê derdora 250 hezar penaberên Sûriyeyî dijîn. Di heyama dawî da, beriya zivistanê, li ser Behra Egeyê liv û tevgera penaberan zêde dibe.
Grava Kiosê ya Yûnanistanê tenê 15 kilometreyan ji navçeya Çeşmeya Îzmîrê dûr e.
Loma jî ev xal ji bo penaberan hem dibe cihê hêviyê, hem jî ji wan re dibe goristan.
Lê penaber hemû zor û astengiyan jî didin ber çavên xwe û bi xewna Ewropayê dixwazin derbasî aliyê Yûnanistanê bibin.