Zarokê 5 salî yê ku diranê wî hat kişandin, mir

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Bursayê ya Tirkiyeyê, zarokekî 5 salî piştî ku diranê wî hat kişandin mir.

Denîz Sonmezê 5 salî 10ê Çiriya Paşînê bi dê û bavê xwe re çû klînîkeke diranan.

Bijîşkan ji bo ku diranê wî rakin anestezî da Denîz.

Piştî anesteziyê taya wî zêde bû û nexweş ket.

Li gorî angaştên malbatê bijîşkan gotiye “rewşeke normal e” û zêde eleqedar nebûne.

Malabatê da zanîn ku wan ambûlans xwestiye lê bijîşkan ev xwesteka wan jî red kiriye û ew şandine malê.

Piştî ku nexweşiya Denîz giran bû, malbatê ew bir nexweşxaneya zarokan.

Denîz piştî ku 3 rojan li beşa nexweşiyên giran a nexweşxaneyê ma, canê xwe ji dest da.

Malbatê bi îdiaya ku “klînîka diranan sersarî” kiriye, serî li dozgeriyê da û gilî tomar kir.