Li Bursayê ji ber alkola sexte 2 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Yildirimê ser bi parêzgeha Bursayê ya Tirkiyê, 10 kes ji ber vexwarina alkola sexte bi jehrî ketin û di encam de 2 kesan canê xwe jidest dan.

Li navçeya Yildirimê, Şakir Çelik, Erol Oktay, Fuat İ., Kamil Cihat İ. û Necip C. piştî ku alkola sexte vexwarin bi jehrî ketin û bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bursayê hatin veguhestin. Ji 5 kesan Şakir Çelik û Erol Oktay tevî midaxeleyên li nexweşxaneyê canê xwe jidest dan.

Piştre Murat K., Bulent D., Fatih U., Ramazan Ç., û welatiyê Sûrî Basem M. jî ji ber vexwarina alkola sexte bi jehrî ketin û bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bursayê hatin veguhestin.

Dermankirina 8 kesan li nexweşxaneyê berdewam e û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Li Tirkiyê di meha Kanûna 2021ê de jî li çend parêzgehên cuda ji ber alkola sexte 84 kesan canê xwe jidest dabûn.