Wezîrê Tendirûstî yê Tirkiyê: Bajarê herî kêm vaksîn wergirtiye Riha ye

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Tendirûstî yê Tirkiyê Fahrettin Koca amarên 15ê Mijdara 2021ê yên Coronayê belav kirin û amaje bi wê yekê da ku divê gelê Rihayê bo  wergirtina doza duyemîn ya  vaksînê hê zedetir hewl bidin.

Wezîrê Tendirûstî yê Tirkiyê Fahrettin Koca li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek belav kir û got: “ Di peyama amarên Coronayê de cara yekemîne ku em dixwazin rêjeya vaksîn wergirtina parêzgehekê bînin rojeva welat. Niha parêzgeha ku rêjeya doza duyemîn ya vaksînê herî kêm e Riha ye. Lê di naveka Tirkiyê bi giştî me ji sedî 80ê derbas kir. Em bang li gelê Rihayê dikin ku di têkoşîna dijî Coronayê de gavên bi lez bavêjin.”

Li gor amaran bi giştî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 118 milyon û 559 hezar û 680 doz vaksîn hatiye wergirtin.

Parêzgehên ku herî kêm du doz vaksîn wergirtine jî wek Riha, Êlih, Amed, Sêrt, Muş, Çewlîg, Mêrdîn, Bedlîs, Agirî û Bayburt hatiye rêz kirin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 23 hezar û 852 kes bi vîrusa Covid-19 ketin û 215 kesan jî canê xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, di 24 demjimêrên borî de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 350 hezar û 933 pişkinînên Covid-19 hatine kirin ku encamên 23 hezar û 852 pişkinînan pozîtîv bûne.