DEM Partî diçe serdana Selahattîn Demîrtaş

Hewlêr (Rûdaw) - Pervîn Buldan dê sibê here serdana Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş.

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî 1ê Çiriya Pêşînê çûbû cem parlamenterên DEM Partiyê û silav dabû wan.

Piştî vê yekê gotegotên “pêvojeyeke nû” dest pê kir.

DEM Partî di nav nîqaşên "pêvajoya çareseriyê" de dê sibe biçe serdana Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş.

Selahattîn Demîrtaş ji sala 2016an ve li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye.

Li gorî nûçeya Medyascopê dê Hevseroka berê ya HDPyê Pervîn Buldan biçe serdana Demîrtaşê ku di Girtîgeha Edîrneyê de ye.

Piştî serdana Pervîn Buldanê dê hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari jî herin serdana Demîrtaş.