Erdogan: Metirsiya Îsraîlê nêzikî welatê me dibe

21 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Îsraîl Tirkiye Filistîn Libnan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Nexşeyên nû nîşan didin. Metirsiya Îsraîlê nêzikî welatê me dibe."

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di "Konferansa Paşeroja Filîstinê" ku ji aliyê AK Partiyê ve hat lidarxistin de axivî.

Recep Tayyîp Erdogan berê gotibû, "Piştî Filistîn û Libnanê çavê Îsraîlê li axa me ye."

Erdogan îro jî di konferansê de nirxandinên bi vî rengî kirin.

Erdogan diyar kir ku ew ji bo Tirkiyeyê xeteriyê dibînin û wiha axivî:

"Êrişên ku Îsraîlê 7ê Çiriya Pêşîna sala borî li dijî Xezeyê dabû destpêkirin, Filistîn dîsa xist rojeva mirovahiyê.

Komkujiya Îsraîlê gihîşt Libnanê.

Bi deh salan e gelê Filistînê vê zilmê dijî.

Polîtîkaya dagirkerî, wêranî û înfazê ya Îsraîlê tam 76 sal in bênavber berdewam dike.

Li Filistînê xwîn, hêsir ti carî ranewestiyan. Îsraîl sala 1948an hat damezirandin.

Eger ez jê re bibêjim dewlet dê bibe xeletî.

Hêzên Îsraîlê di dema Nekbeyê de milyonek Filistînî sirgun kir.

Ji xwe Xeze 17 salan di bin dorpêçê de bû. Zêdeyî 2 milyon Xezeyî neçar man di zindaneke vekirî de bijîn.

"Nexşeyên nû nîşan didin"

Erdogan her wiha anî ziman:

"Bi destpêkirina komkujiya li Xezeyê ew di nîşandana nexşeyên nû de berdewam bûn.

Bi êrişkirina li Libnanê wan nîşan da ku ew bi dagirkirina Xezeyê ranawestin.

Çavên xwe berdane heta kû derê bi her daxuyaniya ku didin re eşkere dikin.

Eger Îsraîl neyê rawestandin em dikarin pêşbînî bikin ku ev berfirehbûn dê bigihêje kû derê.

Tevî ku hin kes hene ku têgihîştina wan tune û xetereya ku nêzîkî welatê me dibe nabînin jî, em rîskê dibînin û her tedbîrê distînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst