Bakirhan bersiv da Bahçelî: Tecrîdê rakin em bibînin Ocalan çi dibêje

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tuncer Bakirhan Devlet Bahçelî Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bersiv da Devlet Bahçelî û got, “Tecrîdê rakin em mereq dikin ka dê birêz Ocalan çi bersivê bide.”

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî 1ê Çiriya Pêşîn çûbû cem parlamenterên DEM Partiyê û silav dabû wan.

Piştî vê yekê gotegotên “pêvojeke nû” dest pê kir.

Ev mijar îro jî di komcivînên partiyên siyasî de rojev bû.

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî îro di civîna koma partiya xwe de got ku bila Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ragihîne ku wî PKK tesfiye kiriye.

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî îro di civîna koma partiya xwe de axivî û bersiv da Bahçelî.

"Divê tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin"

Tuncer Bakirhan wiha got:

“Bahçelî îro bangî birêz Ocalan kir lê nizane ji bo banga wî bigihe mixatabê wî divê tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin.

Parêzer û malbata birêz Ocalan 43 meh in nikarin pê re hevdîtinê bikin.

Birêz Bahçelî, bi rastî em jî mîna te meraq dikin bê ka dê birêz Ocalan çi bibêje, bangeke çawa bike.

Wê demê tecrîdê rakin û em bi hev re bibînin bê ka dê birêz Ocalan bangeke çawa ji rêxistin û hevalên xwe re bike.

Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin û em meraq dikin bê ka birêz Ocalan dê bersiveke çawa bide.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst