Li Tirkiyeyê kuştina jinan gihîştiye asteke metirsîdar

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Kuştina Jinan Eskîşehîr Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di van demên dawî de kuştina jinan gihîştiye asteke metirsîdar.

Jin dibêjin li hemberî vê rewşê çi qasî nerazîbûn bên nîşandan jî ji ber kujer nayên cezakirin kuştina jinan jî bi dawî nabe.

Hinek jinên li bajarê Eskîşehîrê li dijî kuştina jinan meşek li dar xist.

Jinên li wî bajarî bi bangewaziya Femînistên Ciwan ên Eskîşehîrê û Meclîsa Jinan a Eskîşehîrê hatin ba hev.

Bi sedan jin bi dirûşmên “Em dê kuştina jinan rawestînin”, “Em dê bijîn û bidin jiyandin” ber bi Monumenta Ulusê ve meşiyan.

"Hêvî em in"

Piştî ku meş bi dawî bû, Sude Aydinê li ser navê Femînîstên Ciwan ên Eskîşehîrê daxuyanî da û got:

“Yên ku qanûnan bi cih nayînin û ji kiryaran rê vedikin berpirsê vê rewşê ne.

Sedema kuştina jinan ne madeyên hişbir, ne alkol û ne jî înternet e, sedema wê newekheviya zayendiya civakî ye.

Li wir kujer û dijminên jinan hebin li vir jî em hene, hêvî em in, em dê wekhev û azad bijîn.”

Li gorî daneyên Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin, li Tirkiyeyê di navbera salên 2017 û 2023yan de rêjeya jinên ku bi awayekî biguman hatine kuştin ji sedî 82 zêde bûye, di 7 salên dawî de jî 5 hezar û 696 jin hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst