Operasyonên li dijî Mîtînga Azadiyê: 269 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber “Mîtînga Azadiyê” ya li Amedê li 36 bajaran 269 kes hatin desteserkirin.

DEM Partî, DBP û çend saziyên din ên sivîl di salvegera 26emîn a derxistina Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê de ji bo balê bikişînîn ser rewşa wî xwest li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê mîtîngekê li dar bixe.

Mitîng dê Stasyona Amedê bihata lidarxistin lê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ji ber qedexeya parêzgariyê rê neda.

Tevî qedexeya mitîngê, hevserokên DEM Partiyê, parlamenter û endamên wê, birayê Abdullah Ocalan ê bi navê Mehmet Ocalan û nûnerên saziyên sivîl ên Amedê xwest mitîngê li dar bixe û ber bi qada mitîngê ya Stasyonê bimeşin. 

Her wiha di navbera parlamenter, endamên DEM Partî, DBPyê û polîsan de alozî derket.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê mitîngê daxuyanî da.

Alî Yerlîkaya diyar kir li 36 parêzgehan operasyon hatin lidarxistin.

Yerlîkaya da zanîn ku heman rojê rêveberên 13 hesaban hatin tesbîtkirin ku 7 jê parlamenterên ji DEM Partiyê ne û li ser hesabên xwe yên medayaya civakî wêneyên Ocalan parve kirine.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê eşkere kir ku di operasyonên berî bangewaziya mitîngê hatin kirin de jî 269 hatin desteserkirin.

Hat îdiakirin ku ew kesên hatine desteserkirin wêneyên wan bi rêvebirên pilebilind ên PKKyê re hebûne.