Ahmet Turk ji Rûdawê re: Berxwedan dewam dike

15-10-2023
RÛDAW
Ahmet Turk û Sirri Sakik / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Ahmet Turk û Sirri Sakik / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Partiya Çepên Kesk HEDEP Ahmet Turk Sirri Sakik Meral Daniş Beştaş
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Ahmet Turk got, “Îro bi hezaran siyasetmedarên gelê Kurd di hundir de ne. Tevlî vê yekê jî îro berxwedan dewam dike.”

4emîn kongreya Partiya Çepên Keskê bi dirûşma “Dîsa ji bo Azadiyê” li Salona Werzişê ya Ataturkê ya Enqereyê hat lidarxistin.

Partiya Çepên Kesk di vê kongreyê de navê xwe kir Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP).

Herwiha di kongreya îro de hevserokên nû partiyê jî diyar bûn

Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan wekî Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) hatin hilbijartin.

“Navê hemû partiyên me HEDEP bû”

Serokwekîla Koma YSPyê ya Parlamanetoyê Meral Daniş Beştaşê navê nû yê partiyê bi vî awayî eşkere kir.

“Navê partiya me yê nû Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) e. Erê, tu bi xêr hatî HEDEP, tu bi xêr hatî.

Em dê hemû bi hev re ji bo siberojeke bihêz îmzeyê biavêjin. Ez dixwazim çend carên din bibêjim HEDEP. Em çend caran navên partiyên xwe biguherin jî bi taybetî di hevpeyvîn û civînan de navê hemû partiyên me HEDEP bû. Niha jî bi rastî HEDEP e.”

Xelkê Bakurê Kurdistanê bi hinceta ku daxwaza mafên neteweyî yên Kurdan nake gelek rexne li Partiya Çepên Kesk digirtin.

“Hinek rexne jî ne bi dostanî ne”

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Agiriyê Sirri Sakik got ku dê guhê xwe bidin rexneyên xelkê xwe û pê de çû:

“Rexneyên dostan ên gel li ser serê me li ser çavên me lê hinek rexne jî ne bi dostanî ne. Em tevên kêmasiyên xwe dibînin. Em dibînin li kû çi kêmasî heye.

Ev kongre jî ji bo vê çêbû. Jixwe geşbûneke mezin heye, talebekî mezin heye, gel jî dixwaze. Kêmasiyên me li kû bin em dê kêmasiyên xwe tevam bibînin û rêya xwe dewam bikin.”

“Berxwedan dewam dike”

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk jî da zanîn ku ji sala 1990î ve ji bo siyaset û siberoja gelê Kurd xebata xwe berdewam dikin û got:

“Îro bi hezaran siyasetmedarên gelê Kurd di hundir de ne. Bi hezaran siyasetmedarên gelê Kurd îro li derveyî welêt in. Tevlî vê yekê jî îro berxwedan dewam dike.

Rast e, kêmasî çêdibin. Coş û kelecana berê kêm bûye. Em van tevan dizanin lê em hêvîdar in careke din ji nû de em bi coşeke mezin, bi kelecaneke mezin siyaseta xwe bimeşînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst