ENQERE – 4 kes ‘ji ber wêneyên Ocalan’ hatin desteserkirin

15-10-2023
Nîşan Partiya Çepên Kesk HEDEP Kongre Ocalan Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Parêzgariya Enqereyê da zanîn ku di kongerya Partiya Çepên Kesk de 4 kes “ji ber bilindkirina wêneyên Ocalan” hatine desteserkirin.

4emîn kongreya Partiya Çepên Keskê bi dirûşma “Dîsa ji bo Azadiyê” li Salona Werzişê ya Ataturkê ya Enqereyê hat lidarxistin.

Partiya Çepên Kesk di vê kongreyê de navê xwe kir Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP).

Herwiha di kongreya îro de hevserokên nû partiyê jî diyar bûn

Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan wekî Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) hatin hilbijartin.

4 kes hatin desteserkirin

Li aliyê din, Parêzgariya Enqereyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand, di vê kongreyê de 4 kes ji ber “bilindkirina wêneyên rêberê PKKyê Abdullah Ocalan” hatine desteserkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê jî li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniya Serdozgeriyê, di heqê van kesan de lêpirsin hatiye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst