Navê nû yê Partiya Çepên Kesk diyar bû

15-10-2023
RÛDAW
Nîşan Semsûr Hewza Avdanê Xeniqîn YSP HEDEP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 4emîn Kongreya Partiya Çepên Kesk (YSP) dest pê kir.

Partiya Çepên Kesk di kongreyê de amadekariya guhertineke berfireh di rêveberiya partiyê de dike.

Di kongreya îro de dê hevserokên nû bên diyarkirin û navê partiyê bê guhertin.

4emîn kongreya YSPyê bi dirûşma “Dîsa ji bo Azadî” li Salona Werzişê ya Ataturkê ya Enqereyê tê lidarxistin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê Komîsyona Amadekar û Lihevkirinê ya YSPyê dê navê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan ji bo hevserokatiyê pêşkêşî kongreyê bike.

Navê nû HEDEP

Her wiha li gorî biryara Komîsyona Amadekar û Lihevkirinê ya partiyê, navê nû yê partiyê dê bibe Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP).

Ji Demirtaş û Mizrakli peyam

Selahattîn Demîrtaş û Selçuk Mîzrakli yên li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê de tên girtin jî ji kongreyê re peyameke hevpar şand û tê de wiha gotin:

“Bi hêviya ku kongreya me bi ser bikeve, em hemû beşdar, delege, heval û kesên ku nikarîn bên kongreyê ji dil bi hesret silav dikin.

Em hêvî dikin di paşerojên azad de hev bibînin. Serkeftin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst