Di operasyona madeyên hişbir de 190 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Di operasyona madeyên hişbir de li 34 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 190 kes hatin desteserkirin

Li 22 parêzgehên Tirkiyeyê û 12 parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi hinceta bazirganiya madeyên hişbir 190 kes hatin desteserkirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlikaya debarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek belav kir.

Yerlikaya got: “Li Bursa, Meletî, Stenbol, Hatay, Kilîs, Amed, Xarpêt, Bêdlis, Afyonkarahisar, Kutahya, Konya, Manisa, Antalya, Îdir, Samsun, Kirikkale, Yalova, Agirî, Mugla, Edene, Edirne, Bolu, Êlih, Karabuk, Sêrt, Mêrdîn, Colemêrg, Duzce, Kocaeli, Mereş, Mersin, Ordu, Zonguldak û Uşakê operasyona madeyên hişbir hatiye kirin.”

Li gorî Yerlîkaya, di operasyonê de 190 bazirganên madeyên hişbir û firoşyarên madeyên hişbir ên kolanan hatine desteserkirin.