Li Bartinê teqîna li kana madenê: 40 kesan canê xwe ji dest dan

15-10-2022
RÛDAW
Nîşan Bartin Kana Madenê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu diyar kir ku hejmara kesên ku li Bartinê di encama teqîna kana madenê de canê xwe ji dest dane derkete 40î.

Li navçeya Amasra ya parêzgeha Bartin a Tirkiyê roja Înê 14ê Cotmeha 2022an derdora demjimêr 18:15an di kana madenê de di kûrahiya 300 metreyan de teqînek pêk hat. Di teqînê de cara yeke hejmara kesên ku canê xwe ji dest dane wek 14 kes hate ragihandin, piştre Wezîrê Tenduristiyê Koca ragihand ku hejmara miriyan derket 22an.

Daxuyaniya herî dawî ya Soylu: 40 kesan canê xwe ji dest dan

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu di demjimêr 11.40an de li kana madenê ya ku teqîn pêk hat daxuyanî da.

Suleyman Soylu got, “Me hêvî dikir em vê daxuyaniyê bêyî ku qurbanî hebin bidin. Lê belê di xebatên ku ji wê demê ve hatin kirin de seferberiyeke mezin di binê erdê de 350 metreyan û kedeke mezin ji aliyê hemû hevalan ve hate kirin. Serê sibê di demjimêr 07:30an piştî daxuyaniya 26 şehîdên me yên ku bi şev belav kir, 14 şehîdên din jî tevlê bûn. Yanî 40 şehîdên me hene.”

Suleyman Soylu her wiha anî ziman, “Di derbarê yek ji karkerên me de nezelaliyek heye. Nasnameyên 40 karkerên me yên madenê hatin diyarkirin. Piştî demekê em ê nasnameya 14 karkerên madenê yên mayî jî bi raya giştî re parve bikin.”

Serokê Ragihandinê yê Serokomariya Tirkiyê Fahrettîn Altun di demjimêr 06:53an da li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da, “Dermankirina karkerên madenê yên ku hatin rizgarkirin li nexweşxaneyên me dewam dike. Ji kesên canê xwe ji dest dane rehma Xwedê, ji xizmên wan re sersaxiyê dixwazim. Piştî qezayê yekser bi fermana Serokkomarê me, Wezîrên Xebat û Ewlehiya Civakî, Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî û Navxweyî çûn cihê bûyerê, tevahiya şevê hemû xebatên li herêmê şopandin.”

Fahrettîn Altun her wiha got, “Serokkomarê me yê ku bernameya Amedê taloq kir dê îro biçe Amasrayê û li cihê xebatê koordîne bike. Ez ji welatiyan dixwazim ku li ser vê qezaya trajîk baweriya xwe bi agahiyan nerast neyînin û daxuyaniyên wezîr û saziyên me yên fermî yên li herêmê bişopînin.”

Navên kesên canê xwe ji dest dane eşkere bûn

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu di daxuyaniya xwe ya yekem a bi şev de destnîşan kir ku di kanê de 110 karker dixebitîn, 49 karker jî li qada bi rîsk mane.

Soylu di daxuyaniya xwe de navên karkerên madenê yên canê xwe ji dest dane jî ragihand.

Li gorî vê yekê karkerên ku canê xwe ji dest dane ev in: Ali Dogru, Aziz Kose, Berkay Pinarcıoğlu, Emrah Kaval, Enes Aydin, Ercan Akdeniz, Fikret Kansız, Gökhan Mercan, Murat Ergin, Rahman Özçelik, Ramazan Ozer, Selçuk Ayvaz, Serkan Nakaş, Şuayip Okul, Yener Saygin, Mehmet Kara, Rasim Bulut, Sabrî Akdere, Murat Oztan, Serhat Kahraman, Suat Demirkiran, Yasîn Çelîk, Guldal Serenli, Orhan Altun, Emrah Kaya û Rıdvan Acet.

Navê 2 karkerên din ên canê xwe ji dest dane hîn nehatiye eşkerekirin.

Erdogan, Soylu û Donmez li Bartinê ne

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu û Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayê Fatîh Donmez ji ber teqîna di kana madenê de li Amasra ya Bartinê ne.

Her wiha hat ragihandin ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dê bernameya xwe ya Amedê betal bike û biçe Bartinê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst