Di teqîna Bartinê de xemsarî heye?

15-10-2022
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Li Bartinê karesatên kana komirê
Li Bartinê karesatên kana komirê
A+ A-

Bartin (Rûdaw) - Li bajarê Bartinê ku dikeve herêma Behra Reş li kaneke komirê teqînekê rû da û 41 karkeran canê xwe ji dest dan. Karesata ku rû dayî careke din bal kişand ser tedbîr û cîbicîkirina pêwistiyên emnî. Karesatê careke din xemsariya tedbîr û şert û mercên ewlehiyê yên li kanan anî bîra mirovan.

Tirkiye piştî çend salan careke din bi karesateke kana komirê ve rûbirû ma. Vê carê cih Amasra ya Bartinê ye li Behra Reş. Di navbera 300 û 350 metre kûrahiya erdê de gaz teqiya 110 karker jî di hundirê kanê de bûn û di encamê de 41 karkeran jiyana xwe jidest dan.

Ji tîima hawarçûnê Yaşar Akasan got: “Ez bo alîkariya hêzên hawarçûnê hatim û yekem tîm em bûn ku ketin hundir. Dema em daketin jêr me tu kesekî birîndar nedît kû em alîkariyê bikin ez ji 8an daketim ta 12an. Mixabin me hemû jidest dan.”

Yek ji mirovên qurbaniyan Kemal Atalak jî got: “3 gundiyên me di binî de man. Yek sax û li nexweşxaneyê ye lê ji herduyên din tu agahî nînin. Em li benda agahiyan in.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî got: “Mixabin li vê kargeha madenê ku li vê qada ku em niha lê ne teqînek çêbû. Di encamê de jî ji 110 karkeran heta vê seatê 26 kesan an jiyana xwe ji dest dane. Xwedê rehma xwe li wan bike.

Piştî ku ev agahî belav bu ji 10 bajarên cihê tîmên hawarçûnê hatin veguhestin û hemû derfetên dewletê hatin seferberkirin. Malbatên ku kesûkarên wan di kana madenê de bûn bi hewar û girî bi demê re ketin pêşbaziyê da agahiyeke xêrê bibihîsin. Lê her ku dem bihorî cihê hêviyan ji şînê re, kana komirê jî careke din bû goristana dehan kesan. Ji 11 kesên birîndar 5ên wan jî rewşa wan giran e.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî got: “Helbet eger berpirs an jî kêmasiyek di nava sedemên vê teqînê de hebe, piştî lêpirsîna ku dê bê kirin ew dê eşkere bibe. Ji xwe van lêpirsînan jî bi awayekî pirqolî destpê kirine. Em êdî naxwazin ku li kanên xwe tu kêmasî û tu rîskeke ne hewce bibînin.”

Nêzikî 18 seaten bê navber xebatên rizgarkirinê li hêlekê, şewata di kanê de jî li hêla din berdewam kir. Li gor rapora şûraya dewletê ya di sala 2019an de hişyarî hatiye kirin da ku 300 metre kûrahî bo vê kanê xeyerayan bi xwe re tîne. Lê tevî ve hişyariyê jî beşe karkeran di 350 metre kûrahiya erdê de jiyana xwe jidest dan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst