Li Bartinê di kana madenê de teqîn; hejmara mirî û birîndaran zêde dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Amara qurbaniyên teqîna Kana Komirê ya Bartinê li Tikriyê zêde bû û li gor amarên dawî herî kêm 28 karkeran canê xwe ji dest dane, 11 karker jî birîndar in. 110 karkeran di wê kanê de kar dikirin û duh êvarê teqînek di kanê de rû da.

Li navçeya Amasra ya parêzgeha Bartin a Tirkiyê roja Înê 14ê Cotmeha 2022an derdora demjimêr 18:15an di kana madenê de di kûrahiya 300 metreyan de teqînek pêk hat.

Serdozgeriya Komarê ya Bartinê ragihand ku 3 dozger ji bo lêkolînkirina li ser wê teqînê hatine erkdarkirin.

Karkerekî kana madenê dibêje, “Roniyek jî xuya nedikir. Ez bi derfetên xwe derketim. Ez bawer im teqîn bû. Tenê li cem me guvaş çêbû. Toz rabû. Çav çav neditît.”

Dîmenên piştî teqîna li kaneke komir a li navçeya Amasra ya ser bi bajarê Bartinê yê  Tirkiyê ne. Teqîn di demjimêr 18: 15 xulekên êvara Înê li kûrahiya 300 metreyan li kana komir ya Amasrayê ya girêdayî Saziya Komir a Tirkiyê de çêbû. Li gor zanyariyên destpêkê di wê teqînê de herî kêm 22 karkeran canê xwe ji dest dane û 21 karker jî di kanê de asê mane.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiye Suleyman Soylu li ser teqînê got, “110 karkerên me di vir de kar dikirin. Hinek ji wan bi derfetên xwe derketine. Li cihên metirsîdar 49 birayên me hebûn. Heta niha 21 birayên me bo nexweşxaneyê hatine veguhastin. Mixabin 14 birayên me cane xwe ji dest dan. 7 birayên me jî di rê de ne ku bigihin nexweşxaneyê. 3 birayên me di beşa çavdêriya hûr de ne.”

Piştî teqînê hejmareke zêde ya tîmên tendirûstî, ligel tîmên Rêveberiya Kareset  û rewşên Bilez (AFAD) çûn cihê bûyerê û hewla rizgarkirina karkerên di kanê de asê mane  didin. Malbat û kesûkarên karkeran  jî berê xwe dan cihê bûyerê û nexweşxaneyan daku agahiyekê ji kesûkarên xwe bizanin.

Parêzgara Bartinê Nurtaç Arslan got, “74 tîmên me yên lêgerînê karûxebatên lêgerînê  dikin. Karûxebatên me yên rizgarkirina karkeran  berdewam in. 8 kes bi derfetên xwe rizgar bûne. Tîmên me yên AFADÊ seferber bûne.”

Malbatên karkerên mayî bi nîgeranî li benda agahiyekê xêrê ne ji kesûkarên xwe yên di bin xirabeya kanê de mane.

Serdozgeriya Komarê ya Bartinê ragihand ku derbarê teqînê de lêkolîn hatiye despêkirin û 3 dozger ji bo lêkolînkirina li ser teqînê hatine erkdarkirin.