Penaberekî Sûrî: Leşkerên Tirkiyê penaber avêtin çemê Merîcê

15-10-2021
Omer Sonmez
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Penaberên Sûrî Leşkerên Tirkiyê Çemê Merîç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê ji 24ê Tebaxa 2021an vir ve aqûbeta 2 penaberên winda yên Sûrî nayê zanîn. Li gorî şahidên bûyerê, leşkerên Tirkiyê 40-50 penaberên ku dixwestin derbasî aliyê Yûnanê bibin, avêtine nav Çemê Merîça ku di navbera sînorê Tirkiye û Yûnanê de ye.

Tîma Rûdawê li Stenbolê xwe gihande malbata Mihemed Îsmaîlê winda û şahidek bûyerê ku ew jî ji mirinê xilas bûye. Malbata Mihemmed du meh in şîna kurê xwe digrin û bang li rayedar û berpirsên hikûmeta Tirkiyê û civaka navdewletî dikin da ku aqûbeta kurê wan ê winda bê zanîn û berpirsên bûyerê bêne cizakirin. Lê li gorî parêzerên malbatan, lêpirsîn hatibe destpêkirin jî di dosyayê de pêşveçûn nîne.

Kul û Kesera penaberên ku xwe spartine Tirkiyê û hewl didin bi riyên qaçax berê xwe bidin welatên Ewropayê bidawî nabe. Penaberên ku berê xwe didin bajarê Edirneyê û dixwazin ji Çemê Merîça ku di navbera sînorê Tirkiye û Yûnanê de ye derbasî aliye Yûnan bibin, pirî caran rastê mirin, xeniqandin, girtin, lêdan û şêlandina çeteyan tên. Hin ji wan jî yan li nav çem, yan jî li ser sînor winda dibin û ti xeberek ji wan nayê girtin.

Penaberê Helebî Ebdulkerîm El-Eliyê 26 salî bavê 2 zarokan e û ev 7 sal in li Stenbolê ye. Ebdulkerîm ji ber ku xwedî nasname û destûra xebatê nîne bi bûrayê xwe Mihemed Îsmaîl û 4 penaberên din ên Sûrî re, di 23ê Tebaxa 2021an de bi qaçaxî diçin sînorê Yûnan da ku derbasî Ewropayê bibin.

Penaberê Sûrî Ebdulkerîm El-Elî dibêje “Ji Çemê Merîçê em bi kelekan derbasî aliyê Yûnan bûn. Lê aliyê Yûnanê em desteser kirin, dest danîn ser her tiştên me û berê me dan aliyê Tirkî. Li aliyê Tirkî em derdora 40-50 kesî lihev civiyan. Piştre serleşkerek Tirk hat û bi nefret ji leşkeran re got, wan hemûyan bavêjin nav avê bila biçin hember. Nizanim ka çend kes di avê de winda bûn û xeniqîn.”

Ew wêneyê dawî yê Mihemed Îsmaîl e ku li ser sînorê Yûnanê ji malbata xwe re dişine û edi hew xeber jê tê. Dayika Mihemed, Sebah Îsmaîl, bi rondikên çavan û bi hêvî û bi lavayî li wêneyên kurê xwe dinêre.

Sebah Îsmaîl dayika Mihemedê winda got “Ev 2 meh in em tu xebereke ji kurê xwe nagrin. Em nizanin ka ew mirî ye, yan sax e. Banga me ji her kesî re ye; bila bibin alîkar û kurê min bê dîtin. Mihemedê min zarokekî pir baş û di halê xwe de bû.”

Elî Ehmed îsmailê Helebî, bavê Mihemed e û 7 sal e ku li navçeya Esenlera Stenbolê bi malbata xwe re dijî. Bavê bi keser bang li rayedar û berpirsên hikûmeta Tirkiyê û civaka navdewletî dike da ku aqûbeta kurê wî yê winda bê zanîn û berpirsên bûyerê jî bêne cizakirin.

Elî Ehmed Îsmaîl bavê Mihemedê winda dibêje “Mihemedê kurê min ji bo em karibin jiyaneke xweş bijîn qesda Ewropayê kir. Em ji dewleta Tirkiyê dixwazin ku bi awayeke cidî li ser vê bûyerê raweste. Bila bilez tevbigerin.”

Hêj bi zelalî neyê zanîn jî ji wê qafîleya 40-50 kesî ku bi fermana serleşkerekî Tirk ji aliyê leşkeran ve bo Çemê Meriçê tên avêtin, derdora 7-8 kes winda dibin û aqûbeta wan nayê zanîn. Lê ji wê qafîleyê tenê 2 malbat ji ber ku zarokên wan winda ye serî li Komeleya Mafên Mirovan İHD û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê OHDê didin.

Parêzerê Malbatên Penaber Ahmet Baran Çelik got “Me di 3ê Îlonê de serî li Serdozgeriya Edirneyê da. Dûra em bi cîgirê Walî û Serdozgerê Edirneyê re civiyan û me serlêdanên hewce kirin. Niha Serdozgerî û Walîtî lêpirsîn dane destpêkirin. Ev gavên erenî bin jî, prose gelekî giran dimeşe. Lewra meheke derbas bû, lê di dosya de pêşveçûnek nîne. Ev mijareke pir cidî ye. Lewra li vir qesda kuştinê û sûcê li dijî mirovahiyê heye. Niha em bi guman in ku wê dîsa polîtîkaya bêcizakirinê bisepînin. Ji bo rastî derkevin holê û berpirsyar bên cizakirin ev dosyayeke pir zor nîne.”

Li gel Muhammed İsmail, Muhammed El-Eliyê 37 salî ku ew jî ji Helebê ye winda ye, lê malbata Muhammed El-Elî naxwaze ji saziyên medyayî re biaxive.

Dayika Sebah ev 2 meh in di nav bêdengî û şînê de bi tewekul û diayan li ber xwe dide û hêvîdar e ku ew di zûtirîn dem de bigihije Mihemedê xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst