Mihabad Îsmaîl Elî ya rizgarbûyî behsa bûyara binavbûna belemê dike

Îzmîr (Rûdaw) - Tekane rizgar bûyiya  ji koçberên ku belema wan li Îzmîrê di deryaya Egeyê de binav bibû Mihabad Îsmaîl Elî dibêje wan qaçaxçî agahdar kirine ku av dikeve belema wan lê ew bi hawara wan neçûne.

 

Mihabad Îsmaîl Elî  ku 5 zarok û hevjînê wê di vê behrê de winda ne heta îro jî li Îdareya Koçê girtî bû û îro Duşemê serbest hat berdan. 


Şêva çarşema borî (10.10.2018) 35 kesên ku piraniya wan ji xelkê Duhok û Zaxoyê bûn, di deryaya Egeyê de belema wan binav bû û tenê Mihabad Îsmaîl a ji Zaxoyê ye, piştî 28 seat di nav avê de ma rizgar bû. ji wan 35 koçberên ku 19 kes Kurd in û heta niha cenazeyên 8 kesan ji wan hatine dîtin.


Mihabad Îsmaîl Elî a tenê ji wê karesatê rizgar bibû piştî 3 roj mana li qereqola polîsan û Îdareya Koçê ya Îzmirê îro Rêveberiyê Ewlehiya Îzmîrê servest berda.


Ji bo kesên tevlî bûyerê bûne bêne girtîn lêpirsîn ji Mihabd Îsmaîk Elî hat kirin û di encama lêpirsînê de heta niha 4 kes hatine girtin.


Mihabad Îsmaîl Elî ji Rûdawê re wiha got: “Ez 28 seat di nav avê de man û base pêlên deryayê ez avêtim qeraxê. Piştre ez çûm qereqola Karaburnuyê û min hawara xwe gihand wan. Polîsan ez birim qeraxa avê cenazeyên hatine dîtin nîşan min kirin û du ji wan yek hevjînê û kurekî min bû. Hêviya min ji wan ew e ku wan hemûyan ji avê derbixin.”


Derbarê binavbûna belemê de jî Mihabad Îsmaîl Elî wiha axifî: “Berî ku em li belemê ser bibin matora wê bikar nekir. Me got em dê ji derbikevin, lê pişt re em rêketin di rê de belema me kun bû û av hatê. Piştre jî matora belemê şikest û noqê avê bû. Di destpêkê de hevjînê min telefonî qaçaxçiyan kir û ji wan re got bi hawara me werin, lê ew li hawara me nehatin.”


Bi gotina Mihabad Îsmaîl Elî heta roja paştir jî ligel hevjînê wê 5 kesên din sax mane û ew dibêje: “Pêlên hatin dest min û hevjînê min ji hev veqetiya min vê demê min zanî ku ew mir. Piştî wî yên din jî hêdî hêdî mirin. Min tenê hawara xwe gihand Xwedê.”


Ji bo kesên di dilê wan de heye berê xwe bidin koçberî û wek welatên Ewropayê jî Mihabad Îsmaîl Elî got: “Ez daxazê ji hemûyan dikin kes wek me nekin. Mala min xirabû bila mala kesek din xira nebe, bila kes qesta deryayê nekin.”