Tirkiyê 259 muxtar ji kar dûrxistin

15-10-2018
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Muxtar Dûrxistin Wezîrê Navxweyê Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 259 muxtar bi tohmet û hincetên cuda ji kar hatin dûrxistin.

 

Hat ragihandin ku Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi tohmeta peywendiya wan ligel rêxistina "terorê" heye û dijî dewletê tevgeriyane 259 muxtar ji kar dûrxistine.

 

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, muxtarên 103 gund û 156 taxan bi tohmeta ku peywendiya wan ligel rêxistina "terorê" heye û li dijî ewlekariya millî ya dewletê tevgeriyane ji kar hatin dûrxistin.

 

Berî çend rojan li bajarê Wanê 3 muxtar ku di operasyonekê de hatibûn desteserkirin, hatibûn girtin.

 

Pêştir hatibû gotin, ku bi fermana Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu, li Bakurê Kurdistanê bi hinceta ku fermanên PKKê anîne cih û kadroyên wê partiyê yên çiyê li malan bicih kirine, dê gelek muxtar ji kar bên dûrxistin.

 

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî berî niha derbarê mijarê de gotibû: "Hinek muxtar hene serê xwe ji gefên PKKê re ditewînin, em wan efû nakin." Lewra tê gotin, ku piştî vê axaftinê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ketiye tevgerê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst