Stenbol - Zarokê nexweş ê Efrînî li benda alîkariyê ye

Duh li 06:45
Omer Sonmez
Mezlûm Bîlal û xwişka xwe Rolyana Bîlal Wêne: Rûdaw
Mezlûm Bîlal û xwişka xwe Rolyana Bîlal Wêne: Rûdaw
Nîşan Mezlûm Bîlal Ehmed Bîlal Efrîn Stenbol Nexweş
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Mezlûm Bîlalê 11 salî yê ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê ku ji 2 saliya xwe ve felc bûye ji bo rabe ser pêyan banga alîkariyê dike.

Malbata Mezlûm Bîlal ji navçeya Mabatayê ya Efrînê ye. Ew 11 sal in wekî koçber li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê dijîn.

Deriyê servîsa dibistanê vedibe û bavê Mezlûm Bîlalê 11 salî wî hembêz dike û dibe malê.

Mezlûmê ku li Stenbolê hatiye dinyayê û ji dayikbûna xwe ve bi nexweşîna ‘serebral palsi’ yanî felca mêjî ketiye, nikare bimeşe û bi rêkûpêk biaxive.

Mezlûm heta niha 3 emeliyat derbas kirine, lazim e ew beriya 2 salan ji lingên xwe emeliyat bibûya.

Lê li Nexweşxaneya Dewletê ya Çam Sakurayê ya Stenbolê dora wî ya emeliyatê nayê.

Hêj ne diyar e ka wê kengê dor were wî lê ji ber ku Mezlûm nikare emeliyet bibe her diçe liv û tevgerên wî bipaş ve diçin.

"Ev 2 sal in em di dorê de ne lê hêj dor wî"

Ehmed Bîlal bavê Mezlûm Bîlal got, "Ev 11 sal in kurê min li erdê ye, nikare bimeşe.

Bi çaplûkan dimeşe. Min herî dawî beriya 3 mehan ji bo kontrolê ew bir nexweşxaneyê.

Mezlûm 3 caran emeliyet bûye. Lazim e 3 emeliyatên din jî bibe.

Ev 2 sal in em di dorê de ne lê hîn jî dor nehatiye wî. Her diçe ew bipaş ve diçe."

Dêya Mezlûm ji ber nexweşiya pençeşêrê wefat kiriye

Bavê Mezlûm, Ehmed Bîlal 35 salî ye û bi nexweşîna şekir û dil ketiye.

Ji ber wê yekê jî ev çend sal in ew nikare bixebite. Ancax li malê li zarokên xwe Mezlûm û Rolyana dinêre.

Ehmed debara malbata xwe bi zor û zehmet, bi alîkariya ku Heyva Sor a Tirkiyeyê (Kizilay) wekî mehane 5 hezar û 200 lîreyên Tirkî dide û bi saya piştgiriya der û cîranan pêk tîne.

Hevjîna Ehmed, dayika zarokan Xedîce beriya 5 salan ji ber nexweşiya penceşêrê wefat kiriye.

"Eger Mezlûm li Ewropayê bûya belkî dê zû baş bibûya”

Ehmed Bîlal wiha pê de çû, "Lazim e Mezlûm li derve (Ewropa) an li vir bê emeliyetkirin.

Bijîşk ji min re got, ‘eger Mezlûm li Ewropayê bûya belkî zû baş bûya û bimeşiya.’

Daxwaza min ew e ku Mezlûm baş bibe û bimeşe."

Rolyana xwişka Mezlûm e û 8 salî ye. Li dibistana Tirkî diçe pola 2yan.

Ew bi zimanên Kurdî, Erebî û Tirkî dizane. Li malê tim alîkariyê dide birayê xwe Mezlûm û bavê xwe.

Rolyana dixwaze brayê wê Mezlûm demildest bê dermankirin û pê re baz bide û bilîze.

"Ez tenê dixwazim birayê min baş bibe"

Rolyana Bîlalê got, "Ez dixwazim bes birayê min baş bibe, rabe ser xwe û em bi hev re bilîzin."

Mezlûm tim rûken e. Ew 2 sal in diçe dibistana perwerdeya taybet.

Li nav malê bi çaplûkan dimeşe, lewra ji ber nexweşiya xwe ew nikare li ser her du pêyên xwe bimeşe.

Li derve jî bavê wî ew bi erebeya pitikan dibe û tîne, lewra ji ber ku Mezlûm nikare destên xwe jî zêde bi kar bîne nekare erebeya astengdaran bajo.

Divê Mezlûm 3 caran bê emelyatkirin

Li gorî gotina bav, ji bo îhtimala ku Mezlûm karibe li ser pêyan bimeşe 3 emeliyet û tedawiya fîzîkê jê re lazim e.

Malbat li benda alîkariyê ye

Ehmed Bilal dibêje, li nexweşxaneyên taybet serê emeliyata ‘serebral palsi’ derdora 5 hezar dolarî dest pê dike lê malbata hêjar û penaber bi derfetên xwe nekare wî pereyî kom bike.

Malbata Mezlûm Bîlal bangî rayedarên Wezareta Tenduristiyê û xêrxwazan dike ku ew demildest jê re bibin alîkar û tedawî û emeliyatên Mezlûm bên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst