RAPIRSÎ - Hûn ji dewletê bawer dikin?

Duh li 03:52
RÛDAW
Nîşan Rapirsî ASAL Dewlet Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê baweriya Ji sedî 18,2yê  xelkê bi dewletê nemaye.

Li gorî rapirsiya ku Ji aliyê kompanyaya lêkolînê ASALê ve hatiye kirin baweriya bi dadweriyê, Desteya Bilind a Hilbijartinan, siyaset û medyayê gelekî lawaz bûye.

Kompanyaya lêkolînê ya ASALê 17-27ê Tebaxê li 26 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi 2 hezar kesan re rapirsiyek kir.

Di rapirsiyê de Ji beşdaran pirsa “Baweriya we bi kîjan saziya dewletê heye?” hat kirin.

Ji sedî 18,2yê beşdaran gotiye ku baweriya wan bi ti saziyekeye dewletê nemaye.

Encamên rapirsiya ASALê bi vî awayî ne:

- Artêş: Ji sedî 19,7

- Polîs: Ji sedî 16,5

- Serokkomarî: Ji sedî 11,1

- Parlamentoya Tirkiyeyê: Ji sedî 10,2

- Banka: Ji sedî 4,2ç

- OSYM: Ji sedî 4,0

- YSK: Ji sedî 3,5

- Şaredarî: Ji sedî 2,9

- Karûbarên Olî: Ji sedî 2,0

- Daraz: Ji sedî 1,4

- Siyasetmedar: Ji sedî 1,0

- Medya: Ji sedî 0,9

- Baweriya min bi hemûyan tê: Ji sedî 4,4

- Baweriya min bi yekê jî nayê: Ji sedî 18,2

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst