SAKARYA - Li febrîqeyê teqîn: Gelek birîndar hene

Duh li 02:10
Nîşan Sakarya Teqîn Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Hendekê ya bajarê Sakaryayê yê Tirkiyeyê li febrîqeya meqerneyê teqînek çêbû.

Li gorî agahiyên pêşî, piştî teqînê şewatê dest pê kiriye û herî kêm 20 kes birîndar bûne.

Heta niha sedema teqînê nehatiye diyarkirin.

Tîmên tenduristiyê her 20 birîndar birine nexweşxaneyên li derdorê.

Tîmên agirvemirandinê jî midaxeleyî şewatê dikin û dûxan ji cihên cuda yên bajêr xuya dike.

Tê gotin ku şewatê febrîqe daye ber xwe û xisareke mezin a madî heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst