Serokê Diyanetê ‘Kelîmeya Şehadetê’ şaş got û bû rojev

Duh li 11:52
Nîşan Kelîmeya Şehadetê Alî Erbaş Serokê Karên Diyanetê Xeletî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Alî Erbaş “Kelîmeya Şehadetê” şaş got û di demeke kurt de li ser torên civakî bû rojev.

Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Alî Erbaş li bajarê Yalovayê yê Tirkiyeyê beşdarî merasîma vekirina Mizgefta Hz. Alî bû.

Alî Erbaş dema merasîmê Kelîmeya Şehadetê de got lê şaş got.

Piştî ku ev dîmen li ser torên civakî belav bûn gelek kesan bertekên tund nîşanî Alî Erbaş dan.

Li gorî Serokatiya Karên Diyanetê ya Tirkiyeyê, Kelîmeya Şehadetê wiha ye:

“Eşhedu en la îlahe îlalah we eşhedu enne Muhammeden abduhu we Resuluh.”

Lê Alî Erbaş Kelîmeya Şehadetê wiha xwend:

 “Eşhedu en lâ ilahe îlalah we eşhedu enne Muhammeden resuluh.”

Li hêla din, piştî van dîmenan Erebî û Fransiya Alî Erbaş jî careke din hatin rojeve.

Lewra Erbaş di CVya xwe de gotiye ku Erebî û Fransiya wî gelekî baş in lê paşê derketibû holê ku her du jî qels in.

Alî Erbaş dema bi Serokomarê Tirkiyeyê re çûbû Îraqê nûçegihanê Rûdawê bi Erebî pirsek jê kiribû lê wî ji wergêr alîkarî xwestibû.

Erbaş par li Strazburgê jî hewl dabû ku xutbeyê bi Fransî bixwîne lê ji heqî derneketibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst