Kirêkir penîsê xwediyê xanî jê kir

15-09-2024
Nîşan Kirêkir Xwediyê Xanî Kîr Jêkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Yalovayê yê Tirkiyeyê kirêkirekî penîsê (kîr, xir, tirik, andamê zayendî yê mêran) xwediyê xanî bi kêrê jê kir.

Li gorî agahiyan, xwediyê xanî ji bo karên îcrayê karmend şandin xaniyê xwe yê ku dabû kirê.

Piştî vê yekê kirêkir Adnan S. (50) û xwediyê xanî K.A. (69) ketin qirika hev.

Piştî ku nîqaş gur bû Adnan S. xwediyê xanî da ber kulman û paşê jî bi kêrê kîrê wî jê kir.

Adnan S. piştî bûyerê xwe radestî polîsan kir.

Tîmên tenduristiyê jî K.A. gihand nexweşxaneyê û ew hat emeliyatkirin.

“Siqêf kirin, min jî ewkê wî jê kir”

Adnan S. piştî kar û barên îfadeyê hat girtin û di îfadeya xwe de got:

“Me ji bo kirêyê li hev kiribû lê wî îcra ranekir.

Hevjîna min telefon kir û got, ‘Karmendên îcrayê hatine dê me ji xênî derxin.’ Dema ez çûm karmend ne li malê bûn.

Hevjîna min kabloya televîzyonê xera kiribû û min jî bi kêra kalansor ew temîr dikir.

K.A. hat û dest bi siqêfan (sixêf, çêr, dijûn, xeber) kir, min jî bi kêra di destê xwe de ewkê wî jê kir.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst