Di balafira Tirkiyeyê de cesed hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Di balafira Rêyên Hewayî yên Tirkiyeyê (THY) de cesedek hat dîtin.

Li gorî nûçeya DHAyê, balafira THYyê şevê din saet 23:30î ji Amsterdamê çû Stenbolê.

Li Balafirgeha Stenbolê, kontrolên teknîkî yên balafirê hatin kirin.

Ekîban, di lêkolînên ku li nava balafirê kirin de termê rêwiyekî qaçax dît.

Piştre polîs hatin cihê bûyerê û lêpirsîneke berfireh hat destpêkirin.