Li Hatayê teqîn: Mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Skenderûnê ya parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê teqînek çêbû. Kesek mir, 3  kes birîndar in.

Teqînê di kargeha hesin û pola de rû da.

Ji ber teqîna di kargehê de karkerek mir û 3 karker birîndar bûn.

Li Herêma Pîşesaziya Organîzeyê ya Skenderûnê di beşa qazanê ya kargeha hesin û pola de teqîn çêbû.

 Heta niha jî sedema teqînê ne diyar e.

Ji ber teqînê 4 karkerên di fabrîqeyê de dixebitîn birîndar bûn.

Li ser îxbarê polîs, tîmên tenduristiyê û tîmên agirvemirandinê çûn cihê teqînê.

Tîmên tenduristiyê piştî midaxeleya ewil birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dortyolê.

Karkerekî birîndar li nexweşxaneyê mir.

Tedawiya 3 karkeran jî didome.