Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Skenderûnê ya parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê teqînek çêbû. Kesek mir, 3 kes birîndar in.
Teqînê di kargeha hesin û pola de rû da.
Ji ber teqîna di kargehê de karkerek mir û 3 karker birîndar bûn.
Li Herêma Pîşesaziya Organîzeyê ya Skenderûnê di beşa qazanê ya kargeha hesin û pola de teqîn çêbû.
Heta niha jî sedema teqînê ne diyar e.
Ji ber teqînê 4 karkerên di fabrîqeyê de dixebitîn birîndar bûn.
Li ser îxbarê polîs, tîmên tenduristiyê û tîmên agirvemirandinê çûn cihê teqînê.
Tîmên tenduristiyê piştî midaxeleya ewil birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dortyolê.
Karkerekî birîndar li nexweşxaneyê mir.
Tedawiya 3 karkeran jî didome.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse