Dîcle Anter: Min doza bavê xwe emanetî Kiliçdaroglu kir

Hewlêr (Rûdaw) - Kurê  nivîskar û rewşenbîrê Kurd Musa Anter,   Dîcle Anter piştî civîna xwe ya   ligel Serokê giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ragihand ku wî doza bavê xwe emanetî Kiliçdaroglu kiriye.

Rûniştina doza têkildarî kuştina nivîskar û rewşenbîr Musa Anter îro 15ê Îlona 2022yan li 6emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat kirin. 5 roj mane ku doza kuştina Musa Anter li gor dema yasatî biqede û  demborî bibe  û doz hilweşe.

Piştî rûniştina doze  6emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê biryar da  ku rûniştina doza  Mûsa Anter bo 21ê Îlona 2022an ango rojek piştî dema qanûnî bi ser doza kuştina re derbas bibe, hat paşxistin.

Kurê Musa Anter, Dîcle Anter her îro piştî vê biryara dadgeha Enqerê, li navenda giştî ya CHPê ligel serokê wê partiyê  Kemal Kiliçdaroglu civînek pêkanî û piştî civînê daxuyaniyek da.

Anter ameje bi wê yekê da ku doza bavê wî bo 21ê Îlonê hatiye paşxistin û got “Di rûniştina îro de biryar nehat dayîn û bi vê yekê jî doz bo polîtîkaya bê cezayiyê hatiye mehkumkirin.”

Dîcle Anter diyar kir ku bi biryara dadgehê ya îro hêviya wan ji hiquqê nemaye û got, “Min dosyeya bavê xwe emanetî  Kiliçdaroglu kir ku dibêje ez li cem  wan kesan im ku li dadê digerin.”

Mûsa Anter roja 20 Îlona 1992 li Taxa Seyrantepe ya Amedê di êrîşeke çekdarî de hat kuştin, 30 sal in ew doz li dadgehên Tirkiyê tê dîtin, lê heta niha kujerên wî ji aliyê Tirkiyê ve nehatine eşkerekirin û cezakirin.

Sedema sereke ya ragirtina dozê jî ew e ku îfadeyên Abdulkadir Aygan nehatine wergirtin ku ji dosyeya kuştina Anter tê darizandin û bo dema çend sal in li Swêdê bi cîh bûye.

Parlamentera HDPê Fîlîz Keresetecîoglu roja Çarşembê 29ê Kanûna 2021an di pêşniyarpirsekê de ji Wezîrê Dadê yê wê demê yê Tirkiyê daxwaz kiribû ku bi zelalî bê eşkerekirin ka çima îfadeya Abdulkadir Aygan nehatiye wergirtin.

Abdulkadir Aygan di navbera salên 1975-1985an de endamê PKKê bû. Piştî cûdabûna ji PKKê di salên 90î de bû endamê hêza tarî û nehênî ya Tirkiyê, Hêzên Cenderme û Îstixbareta taybet JÎTEMê, lê piştre derbarê hinek kuştinên kiryar nediyar ên ji aliyê JÎTEMê ve li Bakurê Kurdistanê, hinek zanyarî eşkere kirin.

Mûsa Anter ku wek Apê Mûsa tê naskirin, di sala 1920an de li gundê Zivingê yê ser bi navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji dayik bûye û 20ê Îlona 1992an li Amedê hat kuştin.

Nivîskar û rojnamevanê Kurd Orhan Mîroglu ku di xula 25emîn de bûbû parlamenterê AKPê wê demê ligel Mûsa Anter bû û di bûyerê de birîndar bûbû.

Kurê Musa Anter Dîcle Anter li ser civîna xwe ya bi Kiliçdaroglu re got, “Bi nedana biryarekê di vê rûniştina dawî de, doz bo polîtîkaya bê cezayiyê hate mehkumkirin. Ji îro û şûn de di warê hiquqî de ti hêviya me ji dozê nemaye. Min di civîna îro de, daxwaz kir ku dewlet rûbirûyî kuştinên bikernediyar û kesên di dema desteserkirinê de hatine windakirin û îşkencekirin bibe. Her wiha bikerên van tawanan bên dîtin û cezakirin.”

Dîcle Anter her wiha anî ziman, “Her wiha min daxwaz kir ji bo ku ev êş neyên jiyîn, reformên pêdivî bên kirin û mekanîzmaya dadê bi temamî kar bike. Piştre jî min doza bavê xwe bi daxwaza gerdenazakirinê emanetî Kiliçdaroglu kir ku dibêje ez li cem wan hemû kesan im ku li welat li dadê digerin. Min hêviya xwe bo rêya wî ya ku dibêje ez dê vî welatî li hev bînim û aşitiya civakî pêk bînim anî ziman.”