Bekir Bozdag: Sibe dê rewşa Aysel Tugluk were nirxandin

15-09-2022
RÛDAW
Nîşan Aysel Tugluk HDP Bekir Bozdag Girtiyên Nexweş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag ragihand ku ew dê sibe 16ê Îlona 2022an rewşa parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Aysel Tugluk binirxînin ku yek ji girtiyên nexweş e.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag îro 15ê Îlona 2022an beşdarî bernameyeke televîzyonî ya Tirkiyê bû û li ser mijarên di rojevê û bi taybetî rewşa girtiyan de axivî.

Bozdag ameje bi wê yekê da ku ew dê derbarê girtiyên nexweş ku nikarin li girtîgehê bimînin sererastkirinek nû di yasayan de bikin.

Parlamentera berê ya HDPê Aysel Tugluk jî nexweşa demansê (jibîrkirin) ye û nikare bi tena sere xwe di girtîgehê de pêdiviyên xwe yên rojane bike. Wezîrê Dadê yê Tirkiye derbarê rewşa Aysel Tugluk de jî got ku ew dê sibe 16ê Îlona 2022an rewşa wê binirxînin.

Parlamentera berê ya HDPê Aysel Tugluk, ji sala 2016an ve di Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê de ye û nexweşa demansê ye. Ji bo azadkirina Tugluk heta niha çendîn kampanya hatine kirin û hejmarek baroyên Bakurê Kurdistanê jî bang li aliyên peywendîdar kirine ku Aysel Tugluk nikare bi tena serê xwe jiyana xwe berdewam bike lewra divê bê azadkirin.

Tugluk herî dawî 9ê Îlona 2022an bo nexweşxaneyê hatibû rakirin û pişt re careke din bo girtîgehê hatibû birin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst