Hilbijartina pêşwext dibe rojeva partiyên Tirkiyê

15-09-2021
RÛDAW
Hilbijartina pêşwext dibe rojeva partiyên Tirkiyê
Hilbijartina pêşwext dibe rojeva partiyên Tirkiyê
Nîşan Tirkiye Hilbijartinên Pêşwext
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ne bi awayekî fermî jî be, dest bi propaganda hilbijartineke pêşwext hatiye kirin.

Herçiqasî hikûmet heta niha red dike ku hilbijartineke pêşwext were kirin, lê Wekîlê Serokê Fraksyona AK Partiyê Bulent Turan, Hevpeymaniya Millet bi wê yekî rexne dike ku heta niha berbijêrê xwe bo postê serokatiya komarê destnîşan nekiriye.

Herçiqas  rojjimêra hilbijartinên Tirkiyê amaje bi Hezîrana 2023ê dide bo pêkanîna hilbijartina siberojê, lê mijar bûye rojeva serekî yaw î welatî. Opozisyon rexneyan li siyaset û pêngavên hikûmetê digre, hejarî û bêkariyê jî wek çekekê li beramberî bikar tîne.

Wekîlê Serokê Fraksyona CHPê Engin Ozkoç dibêje: “Li tevahiya Tirkiyê heta zû ye hilbijartin pêwîst e, nabêjim pêşwext, rasterast hilbijartin…Take çareserî demokrasî û sindoq e. Em di wê baweriyê de ne ku Hevpeymaniya Millet biser dikeve û di demeke kurt de jiyaneke xweş berê xwe dide Tirkiyê.”

Serokê Partiya Demokrasî û Pêşketinê (DEVA) Ali Babacan jî got: “Di ser hemû pirsgirêkên welatê me re bêkarî, nebûnî û giranî tên. Cudahiya navbera dahata ji sedî 5ê dewlemendên welat ligel dahata ji sedî 5ê hejarên welat, 26 qat bûye.”

Wekîlê Serokê Fraksyona AK Partiyê Bulent Turan, Hevpeymaniya Millet bi wê yekî rexne dike ku heta niha berbijêrê xwe bo postê serokatiya komarê destnîşan nekiriye û dibêje CHP û ÎYÎ Partî li benda HDPê ne ku berbijêr bo wan deyne û ew berbijêr jî dibe berbijêrê “Hevpeymaniya Azadî û Demokrasiyê” ku Selahattin Demirtaş behsa wê dike.

Ev di demekê de ye Demirtaş ew hevpeymanî wek bijardeya sêyem piştî hevpeymaniyên Cumhur û Millet kiriye.

Hevpeymaniya Millet bi fermî tenê CHP û ÎYÎ Partiyê li xwe digire. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina şaredariyan a 2019an de bi slogan (Li Kurdistanê dibin û li bajarên Tirkiyê jî AK Partî û CHPê neçarî şikestinê dikin) beşdar bû û rola wê hebû ku AK Partiyê çend şaredariyên bajarên mezin ên girîng ji dest dan, lê HDPê vê cerê vekirî ragihandiye ku helwêsta wê dê ne wek ya 2019an be.

Hevseroka HDPê Pervin Buldan jî dibêje: “Di hilbijartinên Stenbolê de, li Enqerê, Îzmîr, Edane, Mêrsîn û Antalyayê de, bêguman piştîvanîkirina me li hêza yekîtiya demokrasiyê girîng û behadar bû. Lê bila ti kesek di pêşerojê de çaverêya heman helwêstê ji me neke.”

Seroka ÎYÎ Partî Meral Akşener di serdanekê de bo Erdexana Bakurê Kurdistanê ji xelkê re got, eger rewş bi vî awayî berdewam be, dibe sala 2022an hilbijartina pêşwext were kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst