Peymana vîzeyê ya navbera Tirkiye û Îraqê 1ê Îlonê dest pê dike

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Fuad Husên Hakan Fîdan Tirkiye Îraq Herêma Kurdistanê PKK Vîze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand ku peymana rakirina vîzeyê ya ji bo welatiyên Îraqê 1ê Îlonê dikeve warê cibicîkirinê.

Li gorî peymanê, dê welatiyên Îraq û Herêma Kurdistan yên di bin 15 salî û ser 50 salî de êdî bê vîze bikaribin herin Tirkiyeyê.

Bi beşdariya her du wezîrên karên derve yên Tirkiye û Îraqê li Enqereya paytexta Tirkiyeyê 4emîn Civîna Mekanîzmaya Ewlehiyê ya Asta Bilind û Yekemîn Civîna Koma Plangeriya Hevbeş a Tirkiye û Îraqê bi rê ve çû.

Ji aliyê Tirkiyeyê Wezîrê Karên Derve Hakan Fidan, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin û Balyozê Tirkiyeyê yê Bexdayê beşdarî civînê bûn.

Heriwha ji aliyê Îraq û Herêma Kurdistanê jî Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên, Wezîrê Parastinê Sabit Riza el Ebasî, Serokê Desteya Heşdî Şebiyê Falih Feyaz û Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û Balyozê Îraqê yê Enqereyê beşdarî civînê bûn.

Wezîrên karên derve yên Îraq û Tirkiyeyê piştî civînê daxuyaniyeke hevbeş da çapemeniyê.

Peymana rakirina vîzeyê

Hakan Fîdan di daxuyaniya xwe de ragihand ku “peymana lihevkirinê ya derbarê rûbirûbûna terorê û hevkariya leşkerî û ewlehiyê ya di navbera Îraq û Tirkiyeyê de ji aliyê wezîrên parastinê yên her du welatan ve hatiye îmzekirin.

Fidan got, “Em dixwazin yekdengiya xwe ya di rûbirûbûna terorê de li gel Îraqê li qadê bi gavên şênber bipêş ve bibin.”

Hakan Fîdan ameje bi rêkeftina rakirina vîzeyê ya ji bo welatiyên Îraqê jî da û got ku ew peyman dê ji 1ê Îlona 2024an û pê ve bikeve warê cîbicîkirinê.

Li gorî wê peymanê dê welatiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên di bin 15 salî û ser 50 salî de êdî dê bê vîze bikaribin herin Tirkiyeyê.”

Girtina partiyan û PKK

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê ragihand ku ew pêşwaziyê li  biryara Îraqê ya girtina hin partiyên ku “peywendiya wan bi PKKyê” re heye dikin û got:

"Ragihandina PKKyê ji aliyê Îraqê ve wekî gefa hevbeş û piştre jî wekî rêxistina qedexe di vî warî de gelekî bi nirx e."

Piştî Fîdan Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên axivî. 

Husên ragihand ku wan lîjneyek ji bo pêşxistina pêwendiyên xwe yên li gel Tirkiyeyê ava kiriye û got, “Em dixwazin pêwendiyên xwe ligel Tirkiyeyê firehtir bikin.”

Herwiha Husên amaeje bi wê yekê da ku wan PKKyê xistiye lîsteya rêxistinên qedexekirî û got:

“Em kesayet û partiyên di bandora PKKyê de qedexe dikin.

Hebûna PKKyê li Îraqê dibe sedema ne aramiyê. Nabe ti hêzek ji Îraqê êrişî ser welatên cîran bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst