Li Deryaya Egeyê 267 koçber hatin desteserkirin

2 demjimêr berê
Nîşan Koçber Deryaya Egeyê Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li sînorên parêzgehên Îzmîr, Çanakkale û Muglayê yên Tirkiyeyê, li nav Deryaya Egeyê  267 koçber hatin desteserkirin ku dixwest biçin Ewropayê.

Li Tirkiyeyê demên dawiyê zextên li ser koçberan zêde bûne.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li bajarên hevsînorê Yunanistanê û li nav Deryaya Egeyê kontrolên xwe zêde kirine.

Fermandariya Ewlehiya Peravan a Tirkiyeyê ragihand ku li sînorên parêzgeha Muglayê li nav Deryaya Egeyê di nav 7 belemên plastîk de 140 koçber hatine desteserkirin ku hinek zarok jî di nav wan de hebûn.

Herwiha welatiyekî Tirkiyeyê jî bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan hat desteserkirin.

Her 140 koçber piştî karên fermî radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Muglayê hatin kirin.

Li sînorên Îzmîrê jî li nav Deryaya Egeyê di nav çend belemên plastîk de 39 ji wan zarok 103 koçberên ku dixwest derbasî Yunanistanê bibin hatin desteserkirin.

Her 103 koçber piştî karên fermî radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Îzmîrê hatin kirin.

Li sînorên parêzgeha Çanakkaleyê jî li nav Deryaya Egeyê di nav belemeke plastîk de 8 jê zarok 24 koçberên Afxanistanî hatin desteserkirin.

24 koçberên Afxanî jî piştî karên fermî radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Çanakkaleyê hatin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst