TIRKIYE – Di şevekê de 3 jin hatin kuştin

2 demjimêr berê
Nîşan Jin Kuştin Stenbol Enqere
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Bajarên Enqere û Stenbolê yên Tirkiyeyê di şevekê de 3 jin hatin kuştin.

Her sê jin ji aliyê hevjînên xwe ve bi kêran hatin kuştin.

Stenbol

Bûyera yekem li Taxa Yildiztepeyê ya navçeya Bagcilarê ya Stenbolê li male qewimî.

Di navbera her du hevjînên bi navên Î.Ç. û K.Ç. de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket û piştre Î.Ç. hevjîna xwe da ber kêran.

Tîmên tenduristiyê K.Ç. bi birîndarî gihand nexweşxaneyê lê ew li nexweşxaneyê mir.

Polîsan jî Î.Ç. desteser kir û bi biryara dadgehê hat girtin.

Bûyera duyem li Taxa Îkîtellî Mehmet Akîfê ya navçeya Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê qewimî.

Gokhan Akkaya li nav kolanê hevjîna xwe Oznur Akkaya (23) da ber kêran ku di pêvajoya jihevcudabûnê de bûn.

Li gor îdiayan, Gokhan ji hevjîna xwe xwestiye li hev bên lê dema Oznur Akkayayê ev qebûl nekiriye ew li kolanê daye ber kêran.

Gokhan paşê hewl daye bireve lê xelkê ew girtiye û radestî polîsan kiriye.

Tîmên tenduristiyê Oznur biriye veguhastiye nexweşxaneyê lê ew jî ji mirinê rizgar nebûye.

Enqere

Kuştineke din a jinan jî li navçeya Mamakê ya Enqereya paytexta Tirkiyeyê çêbû.

Li gorî agahiyan, B.B. û hevjîna xwe Z.B. ku ku di pêvajoya jihevcûdabûnê de bûn, di nav otomobîlê de ketine qirika hev.

Piştre nîqaş veguheriye pevçûnê û B.B., bi demançeyê gule berdane hevjîna xwe û paşê bi heman çekê xwe jî kuştiye.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê lê wan tesbît kiriye ku her du jî mirine.

Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê ragihandibû ku di 7 mehên destpêkê yên îsal de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 249 jin hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst