Edene: 6 kesên ku bi hinceta PKKyê desteserkirî bûn hatin berdan
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Ceyhanê ya Tirkiyeyê 6 kesên ku bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatibûn desteserkirin, hatin berdan.
Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê roja duşemê bi fermana Serdozgeriya Komarî ya Edeneyê li navçeya Ceyhanê bi ser çend malan de girt.
Di serdegirtina malan de 4 zarok û 6 welatiyên bi navên Mehmet Oztemel, Tahir Mamuk, Firat Bahadır, Caner Abo, Ferhat Kayran û Dîlan Erbek bi bi hinceta “endamtiya rêxistinê” desteser kiribûn.
Her çar zarok duh piştî karûbarên îfadeyê hatibûn berdan.
Li gorî zanyariyên di Ajansa Mezopotamyayê de her 6 welatiyên din jî piştî temambûna karûbarên îfadeyê şandine dadgehê û piştî darizandinê bi mercê kontrola dadî hatine berdan.
Li Colemêrgê û navçeyên Gever û Çelêyê jî polîsan bi ser gelek malan de girt û ji ber sedemeke nediyar nêzîkî 30 kes desteser kirin.
Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bi hincetên wek “endamtî û propgandaya PKKyê” li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bi ser malan de digirin û rojane welatiyên Kurd desteser dikin.