Li Tirkiyeyê îsal 310 jin hatine kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên “Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin” li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 7 mehên destpêkê yên îsal de 310 jin hatine kuştin.

Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin amarên kuştina jinan ên sala 2023yan eşkere kirin.

Li gorî van amaran, 7 mehên destpêkê yên îsal 310 jinan bi awayekî bi guman canê xwe ji dest da.

52 jin ji ber ku wan xwestiye ji hevjînê xwe cuda bibin û daxwazên zewac û xoşewîstiyê yên mêran qebûl nekirine hatine kuştin.

"Kujer cezayê pêwîst wernagirin"

Seroka Federasyona Komeleya Jinan a Tirkiyeyê Canan Gulluyê got:

“Ji ber ku kujer cezayê pêwîst wernagirin kuştina jinan zêdetir dibe. Divê hikûmet derbarê tundûtûjiya li hemberî jinan de berpirsiyariya xwe bîne cih.”

"Ji ber ku polîtîkayeke hikûmetê ya jinan nîne, jin tên kuştin"

Canan Gulluyê di mijara kuştinan jinan de rexne li desthilata Tirkiyeyê girt û got:

“Ji ber ku polîtîkayeke hikûmetê ya jinan nîne, jin tên kuştin. Divê desthilat di nav civakê de nerîna `wekheviya zayendî` bi hêz bike. Divê xalên wekî Rêkeftina Stenbolê, yasaya 6284ê û mijara debariyê (nefeqe) neke mijara nîqaşan.”