VIDEO – Deveyên birçî daketin nav bajêr

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Samsunê ya Tirkiyê hin deveyên bêxwedî ji birçîna daketin peravê û di nava çopê de ji xwarinê geriyan.

Li gor medyaya Tirkiyê, duh Yekşembê 14ê Tebaxê li navçeya 19 Gulanê ya Samsûnê du deveyên beredayî daketin peravê.

Ew du deve ji aliyê xwediyê xwe ve li Deltaya Kiziliramkê hatibûne berdan, û li perava Taxa Kumcagiz daketin qadan.

 

Deveyên beredayî di konteynerên çopê de li bermahiyên xwarinê geriyan û di nava çopê de bermayiyên zebeş û fêkiyan xwarin.

Welatiyên ku li qeraxê pîknîkê dikirin jî eleqeya xwe nîşanî deveyan dan.