VIDEO – Deveyên birçî daketin nav bajêr

15-08-2022
RÛDAW
Li Samsun a Tirkiyê du deveyên birçî daketin peravên navçeyekê. Wêne: AA, Grafîk: Rûdaw
Li Samsun a Tirkiyê du deveyên birçî daketin peravên navçeyekê. Wêne: AA, Grafîk: Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Samsunê ya Tirkiyê hin deveyên bêxwedî ji birçîna daketin peravê û di nava çopê de ji xwarinê geriyan.

Li gor medyaya Tirkiyê, duh Yekşembê 14ê Tebaxê li navçeya 19 Gulanê ya Samsûnê du deveyên beredayî daketin peravê.

Ew du deve ji aliyê xwediyê xwe ve li Deltaya Kiziliramkê hatibûne berdan, û li perava Taxa Kumcagiz daketin qadan.

 

Li Samsun a Tirkiyê du deveyên birçî daketin

Deveyên beredayî di konteynerên çopê de li bermahiyên xwarinê geriyan û di nava çopê de bermayiyên zebeş û fêkiyan xwarin.

Welatiyên ku li qeraxê pîknîkê dikirin jî eleqeya xwe nîşanî deveyan dan.

 

Li Samsun a Tirkiyê du deveyên birçî daketin

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst