Recep Tayyip Erdogan bi fermî bû serokomarê Tirkiyeyê

15-08-2014
RÛDAW
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) encamên dawî û fermî yên hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê ragihand.

5 rojan piştî hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê encamên fermî û dawî hatin eşkerekirin.

Serokê YSKê Sadî Guven, îro li Enqereyê civîneke rojnamevaniyê li dar xist û encamên fermî yên hilbijartinan eşkere kir û ragihand, Recep Tayyip Erdogan wek 12emîn serokomarê Tirkiyeyê hatiye hilbijartin.

Guven da zanîn, mazbateya serokomariyê ya Erdogan dê piştî demek kurt radestî Serokê Parlamentoyê Cemîl Çîçek were kirin.

Di hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê de ku roja 10ê vê mehê hat lidarxistin, Recep Tayyip Erdogan bi %51.7 karîbû pirraniya dengan bidest bîne û bibe 12emên serokomariyê Tirkiyeyê.

Di hilbijartinan de du hevrikên Erdogan hebûn: Namzedê HDPê Selahedîn Demîrtaş û namzedê MHP-CHPê Ekmeleddîn Îhsanoglu.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst