Gul: Di rojeva me de efûya giştî nîne

Enqere (Rûdaw/Ajans) – Serokomarê Tirkiyê berî serdana Azerbeycanê, li balafirxaneyê ji rojnamevanan re axivî. Gul diyar kir ku di rojeva wan de efûya giştî nîne.

Abdullah Gul ragihand ku divê nirxê pêvajoya aştiyê bê dayîn û wekî pêngavekî ji bo niyeta baş û wêrekî bi nav kir.

Li ser îdiayên efûya giştî jî, Gul destnîşan kir ku di rojeva wan de efûya giştî nîne.