Malbat li ser muxtariyê pev çûn: 2 bira hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çarşambayê ya parêzgeha Samsun ya Tirkiyeyê di pecçûneke bi çekan de 2 bira hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gorê îdîayan, li navçeya Çarşambayê ya Samsunê ji ber lihevnekirina li ser muxtariyê du malbat bi çekan pev çûn.

Di pevçûnê 4 kes birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Çarşambayê.

Lê nexweşxaneyê tevî hemû midexaleyan 2 kesên ku birayê hevdû ne canê xwe ji dest daye.

Hat ragihandin piştî bûyerê ji bo girtina kesekî lêgerîn hatiye destpêkirin.