Leşkerê ku dihat gotin bi qezaya çekê miriye: Berpirs fermandar e

15-07-2023
RÛDAW
Nîşan Erdem Kavlak Artêşa Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Vîdeoya leşkerekî ku çend roj berê dihat gotin di operasyoneke li Herêma Kurdistanê de bi qezaya çekê canê xwe ji dest daye li ser medya civakî belav bû. Ew leşker di vîdeoyê de li navçeya operasyonê ligel çend leşkerên e û  dibêje: "Em bo sê rojan derketin e û ev roja me ya çaremîn e. Av bi me re nemaye. Eger tiştek ji me bê berpirs fermandar e."

Artêşa Tirkiyê 12ê Temûza 2023an bi daxuyaniyekê ragihand ku leşkerê wan ê bi navê Erdem Kavlak 11ê Temûzê li devera operasyona Pençe Kilîd a di nav axa Herêma Kurdistanê de bi qezayeke çekê canê xwe ji dest daye.

Piştî wê daxuyaniyê vîdeoya heman leşkerî li ser medya civakî hat belav kirin.

Ew leşker di vîdeoyê de li çiyayekî ligel çend leşkaran e û dibêje: “Em bo sê rojan derketin (operasyon) lê ev roja me ya çaremîn e. Av û tiştek bi me re nemaye. Eger tiştek ji min û yên li vê derê bê, berpirs Fermandarê Tabûra Dûyem e.” Ew leşker herwiha dibêje eger telefona wî bikeve destê hinekan bila vê vîdeoyê bigihînin Wezareta Bervaniyê û aliyên peywendîdar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst