Sekreterê TBB Vedat Bulut: Her meh 80 doktor ji Tirkiyê diçin derveyî welat

15-07-2021
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Vedat Bulut, Sekreterê Jora Bijîşkên Tirkiyê. Wêne: Rûdaw TV
Vedat Bulut, Sekreterê Jora Bijîşkên Tirkiyê. Wêne: Rûdaw TV
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Rewşa aborî ya xirab li aliyekî, rewşa demokrasî û maf û azadiyan li aliyekî din bûne sedem ku beşeke zêde ya doktoran ji Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê berê xwe bidin Ewropayê. Li gorî raporên hatine belavkirin, di mehê de zêdetirî 80 doktor ji Tirkiyê derdikevin û diçin Ewropayê.

Li gorî amarên ku ji aliyê Jora Bizijkên Tirk (TTB) ve hatine belavkirin, li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê mehê derdora 80  doktor dest ji karê xwe berdidin û ji bo şertên baştir diçin ewropayê.

Jorên Bizijkan dibêjin, doktor û karmendên tenduristiyê ji ber şertên giran neçar bûne ji xwe re rêyên çareseriyê peyda bikin.

Bîla Elbey jî yek ji wan doktoran e û wî berê li Amedê kar dikir lê piştî demekî wî Amed hêlaye û niha li Almanyayê bi cih bûye. Li gorî doktor Bilal Elbey sedema sereke ya çûna doktoran bo derve nebûna azadiyê ye.

Bîlal Elbey ji Rûdawê re ragihand: “Eger kesek li welatê xwe rihet û aram bijî; malbata xwe û welatê xwe li cih nahêle û naçe. Lê eger doktorek nekare li welatê xwe bi azad bijî xebatên xwe bi azad bike, dê neçar be ku welatê bi bihêle, min weke çareserî ji xwe ev reye peyda kir.”

Li gorî amarên Jora Doktoran, çûna doktoran bo Ewropayê sal bi sal zêde bûye, di sala 2012 de  59 kes, di 2013 de 90 kes, di 2014 de 118 kes, di sala 2015 de 150 kes, di 2016 de 245 kes, di 2017 de 482 kes, di 2018 de 802 kes, di sala 2019 de 1047 kes, di 2020 de 931 kes û di her 5 mehên destpêkê yên sala 2021 de jî 400 doktor çûne Ewropa û venegeryane.

Vedat Bulut, Sekreterê Jora Bijîşkên Tirkiyê dibêje: “Sala 2017ê heta niha mehane derdora 80, salane jî nêzîkî hezar (1000) doktor diçin Ewropayê. Sedeme sereke ya vê çûne ew e ku li Tirkiyê Garantiya kar tine. êdî weke berê  doktor nikarin bi asanî kar peyda bikin, gellek lêkolînên ewlehiyê û lêpirsîn tên kirin. yan  jî doktor bi biryarnameyan ji karên xwe tên derxistin.”

Serokê Jora Doktoran a Amedê Xalis Yerlîkaya ku ew di heman demê de bi xwe jî li nexweşxaneyeke Amedê weke doktor kar dike, ji bo çûne derve ya doktoran û zorî û zehmetiyên karmendên tendirustiyê behsa çend egeran dike.

Xalis Yerlîkaya got: “Sedema yekem ya çûna doktoran ew ku xebata tenduristiyê li vir gellek zor û zehmet e. sedema duyem ew e ku maaş gellek kêm in. sedemeke din jî heye ku ne tenê doktor bandor li hemû gel dike ew jî ew ku bêhna xelkî li Tirkiyê teng bûye û demokrastî tine.”

Mijar heman demê di navbera desthilat û oposizyonê de jî dibe sedeme nîqaşan. Li gorî aliyên oposizyonê desthilata Tirkiyê bûye sedem ku êdî xelk ji jiyana welatê bêzar bûye dixwaze biiçn ewropayê.

Dr. Samet Menguc, Serokê Komisyona Tendirustiyê ya HDPê tekez dike: “Rewşa heyî encama polîkayên  şaş yên  tenduristî û  perwerdê ne.  Di desthilata AKPê de di mijara perwerde û tenduristiyê de û di her qadeke jiyanê de xeletiyên mezin hatine kirin.”

Li gorî îddaiayeke nepiştrast kirî  ku her dîsa rêveberên Odeya Bizijkan behs dikin hikumeta Tirkiyê amadekariyê dike ku bi biryarname yan jî yasayakeê çûna bizijkan bo derve qedexe yan jî sinordar bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst