Di ser hewla darbeya leşkerî ya li Tirkiyê re 4 sal derbas bûn

Enqere (Rûdaw) - Çar sal bi ser hewla darbeya bisernevkevtî ya 15ê Tîrmehê re derbas bûn û hêj gellek proseyên dadgehan li Tirkiyê li ser buyerê berdewam in.

Di 15ê Tîrmeha sala 2016an de li Tirkiyê hewla darbeya leşkerî pêk hat. Di encama vê hewlê de nêzîkî 300 kesan canê xwe ji dest da û hezar û 491 kes jî birîndar bûn.

Ji 289 dosyayên hatine tomar kirin heta niha 275 hatine encam dan û li ser 14 dosyayan jî proseyên dadgeh kirinê jî berdewam e.

Di nava 4 salan de 500 hezar kes hatin desteserkirin û 30 hezar kes hatin girtin. 37 biryarname hatin derxistin li gor wan biryarnameyan 125 hezar û 678 kes ji kar hatin derxistin. Herwiha 204 dezghên medyayê jî hatin girtin ku piraniya wan Kurdî bûn.

8036 endamên asayîş û artêşê û 10 hezar karmendên dewletê hatine desteserkirin.  100 hezar lêpirsîn hatine kirin û 289 dosya hatine tomarkirin.

275 dosya hatine temam kirin, 14 dosya li ber destê dadgehê ne. Di derbarê 1315 kesan cezayê giran yê heta hetayî hate birîn.

Ji bo 1217 kesan biryara  cezayê heta hetayî hate dan û 2692 kes hatine azad kirin.

Ji bo 4emîn salvegera 15ê Tîrmehê 3 hezar çalakî û bername tên encamdan. Ofîsa Ragehandina Serokomariya Tirkiyê bi vî erkê rabûye. Li dervey  Tirkiyê 752 çalakî û bername tên encam dan. Li 15 welatê cihanê panel û konferans tên encam dan.

Hevkarê me Şewket Herkî li ser vê mijarê raportek amade kiriye.